ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-07 09:00:00   *Jinên êzidî tecrîda li ser Rêbere PKK Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin; "Tecrîda li ser rêberê me li ser hemû gelên azadixwaz te meşandin û nayê qebûlkirin.  Em dixwazin rêberê me azad bibe." DÎMEN HEYE   *Jinên ji navçeya Eyn Îsayê nêrîn û helwestên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê anîn ziman û gotin: "Me wek gel xwe bi rêxistin kiriye û em amade ne li hember êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê parastina xwe bikin." DÎMEN HEYE   *Endama Têkiliyên Diplomasîyê ya Kongreya Star, Rûken Ehmed, derbarê Însitatîfa Jinên Rojhilata Navîn de wiha got: "Em dixwazin bi vê însiyatîfê bibin bersiva kiryarên ku li dijî jinan tên kirin.  Ji şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê me gelek destkeftî, tecrûbe girtine û em dixwazin bi jinên Rojhilata Navîn re jî parve bikin. Çimkî siberoja me bi hevdu re girêdayî ye."DÎMEN HEYE   *Mamosteyên Dibistana Şehîd Qehreman di derbarê guhertin û veguhertinên  ku di dibistanê de di van salên dawiyê de hatine kirin wiha gotin: “Îsal pir guhertin û veguhertin di Dibistana Şehîd Qehreman de hatiye çêkirin û asteke pir baş hatiye bidestxistin. Em ê di welatê xwe bi zimanê xwe biaxivin û dewam bikin. Em ê bi hevdu re xwedî li zimanê xwe derbikevin.”DÎMEN HEYE   *Piştî erdhejê li gelek deveran kon hatin vedan lê ji ber kêmbûna derfetên hijyen û tenduristiyê şêniyên Îzmîrê bi xeteriya vîrûsa koronayê rê rûbirû man. Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku li dijî belavbûna vîrûsê divê mexdûrên erdhejê li xaniyan bên bi cih kirin. BI DÎMEN    *Li gundê suryaniyan ê Midihê yê Hezexê jina bi navê Seydê Dogankureç, destnîşan kir ku şopên komkûjiyê hîn zindî disekinin û got: “Zarokên me ji ber zextan berê xwe dan Ewropayê. Em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxivin. Em çand û zimanê xwe diparêzin.” DÎMEN HEYE   *Ew ê 3 îro li Helebê meş bê lidarxistin (15.00)   *Jinên ku di futbolê de dilîzin ew ê îro li Şehbayê bên xelatkirin (09.00)   *TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de ji bo starta 25’ê Mijdarê bi tevlîbûna jinan li navçeya Cizîrê ew ê meşek girseyî li dar bixin.  (13.00)     * Di çarçoveya 25'ê Mijdar'ê de, TJA'yê  li Rihayê, meşê li dar bixe. (12.00)