Jinên êzidî: Em rê nadin lîstikên derbarê xwe de 2020-11-06 16:12:53   ŞENGAL-TAJÊ'ya gundê Zorava û Guhbel  tekîldarî peymana di navbera hikûmeta Iraq û Hewlerê de daxuyanîyek hevpar dan û gotin: "Em zarokên xwe yên hatin qetilkirin ji bîr nakin”   Tevgera azadiya jinên Êzîdî(TAJÊ) ya gunde Zorava û Guhbel tekîldarî peymana li ser Şengalê ya di navbera hikûmeta Iraq û Hewlerê de daxuyanîyek hevpar dan û gotin: "Em peymana ku bêyî îradeya me hatiye kirin qebûl nakin û wê peymana wan nêyê pejirandin."   Daxuyanî ji aliyê Endama TAJÊ  Pakîze celal ve bi van axaftinan hat destpêkirin: "Bila Êzidîyên me û dinya hemû bizanibe û guhê xwe bidin nûçeyan. Kengî Berzanî, Neçîrvan diçin gel rayedarên tirk li dijî şengalê darbeyek pêk tê.  Bila êzidî hemû hişyar bin, çav vekîrî û guh vekîrî bin. Berîya du rojan êrîşî cîh û warê gerîlayên azadiya Kurdistanê kirin û bi ser neketin.  Bila baş zanibin ku wê di Şingal de jî bi ser nakevin."   Pakîze wiha dirêjî da axaftina xwe: ‘’Di 3'yê Tebaxê de ku ferman bi serê me hat me tu pêşmerge li gel xwe nedîtin. Li Zorava 3 ciwanên êzidî çek xwestin û gotin em dixwazin xwe biparêzin, ev her sê xortên êzîdî ji aliyê PDK’ê ve hatin kuştin. Divê êzidî van rojan ji bîr nekin. Divê êzidî bêjin PDK’ê di 3'yê Tebaxê de li ku bû.  Wextê sibe pêşmerge hatin bila bizanibin wê çeteyên Erdoxan jî di nav pêşmergeyên Berzanî de werin. Bila kes li çepika nede û nebêjin bila werin. Eger werin wê şerê hevkujiyê derkeve."    'Divê hemû êzidî rabin ser piyan'   Pakîze di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser hemû êzîdîyên li cîhanê û got divê hemû êzîdî rabin ser xwe û biryarê qebul nekin. Herwiha destnîşankir ku roja vê biryarê pêk bînîn bila jin, mêr, zarok, ciwan hemû biçin pêşiya wan û nehêlin bên.  Pakîze wiha dirêjî da axaftina xwe: ‘’Li dinyayê jin û dayik zû bi zû nehatine kuştin, lê DAIŞ vê jî kir û êrîşî jin û dayikên êzîdîyan kirin. Ew leşker jî mîna wî leşkerî ye û heman tifaq in. Îro hemû cîhan li ser xwîna civaka êzidî bazariyan dike. Ji vir heta Emerîka heta Rusya heta kîjan dewletekî dagirker û hov hebe pişta Erdoxan digrin, piştgriyê didin wî. Bila Berzanî nebêje li min nadin, kengî Suriye û Tirkiye safî bû wê derba ewil li wî bidin. Em dibêjin bila êzîdî hişyar bin.  Cara din Berzanî firotin, vê neqlê jî Kazimî firotin. Kazîmî dan Berzanî bi dengan, eger deng hatin carek din Kazîmî bibe wezîr.’’   'Em êrîşên dewleta tirk ji bîr nakin'   Pakîze Celal di dawiya axaftina xwe de got em ê gelê Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê ku tim ji aliyê çeteyên dewleta tirk  ve tên kuştin, tên revandin û destdirêjî li wan tê kirin ji bîr nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘’Bi taybetî zarokên Zorava hatin kuştin, divê em ji bîr nekin. Divê her sê xortên  êzîdî neyên jibîrkirin û hemû rabin ser piyan. Ew bi destê DAIŞ nehatin kuştin, bi destê PDK'ê hatin kuştin.’’