Ciwanên Suryanî meşek li dar xistin 2020-11-06 15:21:41   HESEKÊ - Îro bi dehan ji Ciwanên Suryanî yên Pêşverû, bi armanca pêştgiriya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî, meşek li navçeya Til Temirê li dar xistin.   Ciwanên Suryanî yên Pêşverû bi armanca piştgiriya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî meşek girseyî li navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê li darxistin. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Na ji Sêfoyeke nû ya li ser gelê me yê Suryanî û Aşûrî re" û "Em berxwedana jinê ya li hember dagirkeriyê silav dikin" hildabûn. Meş ji çerxereya şehîd Qendîl heya navenda Meclîsa Leşkerî ya Suryan dewam kir. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.  Daxuyanî bi du zimanan hate xwendin. Suryanî ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Mîryana Îsa û Erebî Rêveberê Ciwanên Suryanî yên Pêşverû Subhî Melkê ve hate xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em berxwedana şervanên QSD'ê û Meclisa Leşkerî a Suryanî, ku li hember dewleta tirk a dagirker ber xwe didin, silav dikin. Em piştgiriyê didin projeya Sûriyeke azad, demoratîk û ne navendî. Em wekî gelên Sûriyeyê di rewşeke pir hesas de derbas dibin, ji ber wê  em ê heya dawî piştgiriya şervanên xwe bikin û asta berxwedana li hember dagirkeriyê bilind bikin. Ciwanên Suryanî ji êrîşa 2015'an a li ser Til Temirê, şerê ku li herêmê qewimî û heya roja me ya îro, li ber xwe didin. Em êrîş, sûcên şer û kiryarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin.    Em bang li NY'ê dikin ku zextê li ser dewleta tirk bike ku ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve da ku şêniyên resen yên vê axê vegerin li ser axa xwe. Gefên ku îro li ser Til Temir û gelek bajaran tê xwarin, em ê heya dawî piştgiriya şervanên xwe bikin."   Meş bi dirûşma "Em berxwedana Meclîsa Leşkerî a Suryanî silav dikin", bi dawî bû.