'Li rex êrîşên dijwar berxwedana gel didome' 2020-11-06 09:05:09   Dilucan Bozî   EYN ÎSA - Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî  Hêvîn Îsmaîl rewşa şêniyên Eyn Îsayê ya di nava şer de nirxand. Hêvînê da zanîn ew li dijî her cure şer li berxwe didin û wiha got: "Şêniyên Eyn Îsayê li hemberî şerê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê xeta berxwedanê ji xwe re hilbijartine û bi yek dengî li dijî desthilatdarî û zilmê têdikoşin."   Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Kantona Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Di encama şer û êrîşên giran ên li ser herêmê bi hezeran şêniyên van bajaran neçarî koçberiyê bûn û bi sedan jî bûn qurbaniyên van êrîşan û jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên Kantona Girê Spî li Qampa Til Seminê û şêniyên Serêkaniyê jî li Qampa Waşûkanîyê bi cih bûn. Piştî ev bajaran ket bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê, heta niha bê navber êrîşên li ser bajêr, gudewarên Eyn Îsa û Til Temirê didomin. Her roj Gundê Silîpê, Qizelî, Hiriye, Gurhisan, Sifiayan, Bîrereb, Xirbet Beger, Ebu Sire, Xwaringeha Seqir, Hoşan, Xalidiyê û Dibis tên topbarankirin. Heta niha gelek ji niştecihên van gundan birîndar bûne û hinekan jî jiyana xwe ji dest dane.   Têkildarî vê mijarê û rewşa Eyn Îsayê ya di nava şer de Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî  Hêvîn Îsmaîl ji ajansa me re axivî.   'Li dijî her cure êrîşan em li berxwe didin'   Hêvînê da zanîn ku dewleta tirk di her firsend û gavê de êrîşî herêmên Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike û wiha pê de çû: "Piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê qaşo hevpeymanek ji bo şerê li herêmê were sekinandin ji aliyê hêzên Rûsya, Emerîka û Tirkiyeyê ve hatibû îmzekirin. Her çendî hêzên Rusyayê li van herêman hebin jî, lê belê bi tu şêweyî li dijî van êrîşan dernakevin û çavên xwe ji binpêkirina hevpeymanê re digirin. Ev bû salek ku herêmên me hatine dagirkirin, di nava vê salê de êrîşên li ser bajêr û gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî nesekinîne. Her çend rojan carekê wê li ser rêya M4 û gundewarên van herêman zarok, jin, şivan û rêwî werin qetilkirin. Ji ber metirsiya êrîşan gelê herêmê nikare bi dilrihetî jiyana xwe bidomînin. Bê guman ev hêzên koalisyonê yên li van herêman berpirsên van kiryarên dewleta tirk in û heta hin ji van dewletan şirîkê kiryarên tirkan in. Hebûna Rejîma Sûriyeyê, Dewleta Rûsyayê û Emerîkayê ya li ser vê axê tenê zirar û ziyanê dide gelê herêmê. Yên li vê derê gel diparêze zarokên gel, şervanên QSD’ê ne."   'Hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe li ser vê axê ne'   Hêvînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê û wiha got: "Piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê niha jî dewleta tirk bi alîkariya hevkarên xwe dixwaze Eyn Îsayê jî dagir bike. Sedema êrîşên rojane yên li ser vê herêmê daxwaza koçberkirina gelê herêmê ye. Li hember van êrîşan gel jî bi israr e ku li ser axa xwe bijî û li dijî dagirkeriyê xwe biparêze. Qaşo hêzên Rûsyayê û Rejîmê ji bo ewlehiya gel li qadê ne, lê dema top, moşek an jî fîşek li ser qadê tên barandin yekser hêzên Rûsyayê û Rejîmê ji van deran direvin diçin. Hêza ji bo parastina gel li vir dimîne tenê QSD ye. Jixwe em vê pir baş dizanin tenê yek hêza parastina me heye ew jî QSD ye. Di şer de jî û di aştiyê de jî tenê hêza mirovan a cewherî dikare li gel mirov be."   'Ruxmî êrîşên dijwar çalakiyên me bê navber didomin'   Hêvînê herî dawî diyar kir ku ew ê nehêlin êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ji têkoşîna wan re bibin asteng û wiha bi dawî kir: "Demeke dirêj e dewleta tirk û çeteyan êrîşên xwe li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê dijwar kirine. Gelek caran moşek li navenda bajêr ketine û zarok birîndar bûne, lê dîsa jî gel dest ji mal û milkên xwe bernadin, ji ber gel dizane ku dest ji axa xwe berdin wê wek Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê li wan bê. Her wiha kar û xebatên sazî û dezgehên me berdewam in. Wek me çawa li Girê Spî kar dida meşandin îro em li Eyn Îsayê xebatên xwe yên civakî dimeşînin. Roja ku rêveberî dest bi kar kir di navenda bajêr de wê demê dilê gel rehet bû û baweriya xwe bi rêveberiya xwe anîn. Dema Emerîka hat her kesî zanibû ku ji bo parastina vî gelî nehatiye tenê ji bo berjewendiyên xwe hatiye. Di heman demê de hêzên Rûsyayê jî wek Emerîka ne. Ji ber roja ku Girê Spî hat dagirkirin wê rojê koalisyonê xwe ji herêma Firatê vekişand û li şûna wê Rûs hatin. Êdî baweriya gel bi van hêzan nemaye, baweriya wan bi zarokên wan ên şervan heye. Wê Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê bi destên şervanan bê rizgarkirin û têkçûna dewleta tirk û çeteyan jî dîsa bi destên şervanan be."