'Dewlet ji Ramanên Rêbertî di tirsê’ 2020-11-06 09:04:18   MEXMÛR - Her roja derbas dibê nerazîbunên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ ê Abdulah Ocalan zêdetir dibin. Jinên Mexmûrê ku bertek nîşanî tecrîdê dan diyar kirin ku Rêber Apo ne tenê serokê wan serokê hemû gelan e û hata ku Rêber Apo Azad nebe civak jî azad nabin.    Ji 15'ê sibata 1999'an vetecrîda girankirî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û herî dawî jî 6 meh cezayê hevdîtinê û hevdîtina bi telefonê jî lê hat birin. Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) Tecrîda girankirî û qedexeyên hevdîtinê yên li ser Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan şermezar kirin û derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.   Jina li Mexmûrê mamostetiyê dike Wahîde bal kişand ser tecrîdê û got “Bi rastî em wek jin xwedî şansekî pir mezinin ku ji ber rêberekî me yê wiha heye. Ger ku jin gîhaye vê astê bi saya ramanên Rêber Apo ye.  Ji ber vê ne tenê jinên kurd ji vê yekê sudê digirin. hemû jinên cîhanê ji vê yekê para xwe digirin. Ji sala 1999’an ve Rêbertî li girava Îmaralî tê ragirtin û bi her awayî zexit li ser tên meşandin. Dema ku mirov mêze dike hemu netewan  xwe li derdora ramanên Rêbertî kom kirine. Hemû hewldanên Rêbertî ji bo azadiya gelane û dewlet li dijî vê yekê ye û ji ramanên Rêbertî ditirsê. Jinên ji hemû pêkhateyan xwe li ser esasê Ramanên Rêbertî perwerde û bi rêxistin dikin û ji şoreşan re pêşengitiyê dikin. Dema ku em roja me ya îro jî meyze dikin yên ji civakê re pêşengitiyê dikin jin in. Rêbertî her dem dibêjê pêwist e ku jin xwe di her alî de bi rêxistin bikê û di xebatan de cih bigirê. Em hemû jî dizanin ku berê rawşa jinan çawa bu.  Jinan xwe aniye wê astê ku niha jî li hemberî her cure êrîş û destdirêjiyê xwe di parêzin.”   ‘Em  jin deyndarê Rêbertî ne’   Mamoste Wehîde bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî: “Em wek jin deyndarê Rêbertiya xwe ne.  Ji ber ku ewqas tişt ji me re kir pêwîst e ku em jî li Rêbertî xwedî derkevin. Ji ber her roja derbas dibê tecrîdê li ser Rêbertî girantir dikin. Berî demekê CPT'ê got li Îmralî îşkence heye lê belê heta vê gavê jî di vî derbarî de tu gavên ber bi çav ne avêtine. Her kes çavê xwe ji kiryarên dewleta tirk re digire. Pêwist e ku her kes li dijî vê bêhuquqiyê bibe xwedî helwest. Bi teybet kesên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin çima bêdeng dimînin. Divê ku her kes li derdora Rêbertî kom bube ne ku piştgiriya dewleta tirk bike. Destê hemû hêzên navneteweyî di vê koployê de heye. Ji ber ramanên Rêbertî ruyê wan yê reş derdixê holê. Lê belê valederxistina vê kompiloyê erkê serke ya jinê ye.”   ‘Tu agahiyeke me ji Rêberê me tune ye’   Taybet Tewfîq jî derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê de wiha axivî: “Niha em lê meyze bikin tecrîd li ser tecrîdê pêk tê. Tu agahiyekî me ji Rêberê me tune ye, ne parêzer û ne jî malbat dikare hevdîtinê pêk bîne. pêwîste em xwedî li Serokê xwe derbikevin. “Banga me ji bo CPT'ê ye ku xwedî li erk û berpirsiyartiya xwe derkeve, tenê carek da xuya kirin ku li Îmraliyê îşkence heye û ruxmî wê jî tu tiştek nekirin. Êdî her kesî Serokê me ji xwe re weke Serok qebul kiriye, ji bo wê jî her tim dibêjin Serokê we ne tenê yê gelê kurd e, Serokê tevahî gelan e. Bila her mirovekî xwedî wîcdan xwedî li Serokê me derkeve. Em bang li hemu gelê kurd dikin û bi taybetî jî dayîkên kurdistanê pêwîste em xwedî li Rêberê xwe derkevin. Êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye.”    ‘Kilîta aşitiyê li Îmralî ye’    Zeynep Kara jî wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Serokê me ne tenê serokê gelê kurd e, Serokê tevahî gelên bin dest e. Ev nêzî 22 sale di nava tecrîdeke giran kirî de ye, em ji Serokê xwe bê xeberin û dixwezin Serokê me were azad kirin. dema ku dibêjin tecrîdê li ser tecrîdê tê kirin dilê me dayîkan dişewite. Dibe ku Serokê me bi fîzîkî ne bi me re lê bi fikir, ruh û ramanê xwe her dem di nava me deye. Em her tim bi navê te re jiyan dikin.  “Em bang li mafê mirovan, CPT'ê bang li tavahî cîhanê dikin ku li Serokê me xwedî derbikevin. Bila her kes viya bizanibe heta Serok azad nebe wê çarparçeyên Kurdistanê azad nebin. Kilîta aşitiyê li Îmraliyê ye û heta ev kilîd ji Îmraliyê derneyê wê tu çareserî pêk neyê.”