'Şoreşa Rojava bi şoreşa zimanê dayikê dest pê kir' 2020-11-06 09:03:09   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Rêveberî û xwendevanên bajarê Qamişloyê daxwazên ENKS’ê yên li dijî zimanê kurdî şermezar kirin û wiha gotin: "Em wek mamoste û xwendevanên Rojava daxwaza ENKS'ê qebûl nakin û em ê ji bo zimanê dayikê her têbikoşin."   Di dema dawiyê de û di nava hevdîtinên ji bo avakirina yekîtiya partiyên kurdî de, ENKS’ê biryar û xwestekên xwe diyar dike û dibêje ku bila zimanê kurdî yê dayikê li dibistanan neyê dayin û li gor sîstema berê perwerde li dibistanan bê dayin. Di derbarê vê mijarê de rêveber û xwendevanên Dibistana Şehîd Suheyla ya Taxa Aşûriyê ya bajarê Qamilşoyê nêrînên xwe parve kirin.   'Em ê ji bo zimanê dayikê her têbikoşin'   Ji rêveberiya Dibistana Amadeyî ya Şehîd Suheyla, Semer El- Hisên nerazîbûna xwe ya li dijî daxwazên ENKS'ê yên li dijî zimanê kurdî wiha anî ziman: "Di vê salê de hemû biranşên kurdî hatin amadekirin û niha jî xwendevanan dest bi xwendina sala nû kirine. Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê dibistanên me bi zimanê erebî bûn, lê piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê me dest bi fêrkirina zimanê kurdî ya di dibistanan de kirin. Paşê sal bi sal hemû biranşên me bûn zimanê kurdî. Di roja me ya îro de heta zanîngeh bi zimanê kurdî hatine avakirin. Li gor daxwaza herî dawî ya ENKS'ê divê perwerde bi zimanê kurdî li dibistanan neyê dayin. Em wek mamoste û xwendevanên Rojava daxwaza ENKS'ê qebûl nakin û em ê ji bo zimanê dayikê her têbikoşin."   'Şoreşa Rojava bi şoreşa zimanê dayikê dest pê kir'   Semerê di dewama gotina xwe de diyar kir ku ew bi xwîna bi hezaran pakrewanan gihîştin vê astê û wiha got: "Me şoreşa Rojava bi şoreşa ziman dest pê kir. Dema ku zimanê me tune be dîrok û nasnameya me tune ye. Me zimanê dayika xwe bi xwîna bi hezaran pakrewanan qezenç kir û derbasî dibistanan kir. Em xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin û em ê li dijî vê biryarê têkoşîna xwe mezin bikin. Em zimanê xwe nadin guhertin. Bi van biryarên wisa dixwazin ku sîstema dibistanan bibe weke berê û nehêlin ku em bi zimanê xwe bixwînin. Em dibêjin partiyên ku ev biryar derxistine pêş bila bizanibin tu carî biryarên bi vî rengî me natirsîne û em ê bi zimanê xwe bixwînin. Em zimanê xwe naguherînin. Ji ber ku ziman, zimanê dayikê ye, em ê wek jin parastina zimanê xwe bikin û nifş bi nifş em ê zarokên xwe hînî zimanê dayikê bikin."   'Bi rêya xwendinê, ez ê zimanê xwe biparêzim'   Xwendevana bi navê Cîhan Osê jî helwesta xwe wiha parve kir: "Partiya ENKS'ê daxwaz kir ku zimanê kurdî li dibistanan neyê dayin, lê belê em vê yekê qebûl nakin, ji ber zimanê kurdî zimanê dayikê ye û mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin, binivîsînin. Em ê her dem ji bo zimanê xwe têbikoşin û nehêlin tu kes nêzî zimanê me bibe. Ez ê bi bi rêya xwendinê zimanê xwe biparêzim û hevalên xwe hînî zimanê dayikê bikim."