'Berxwedana li dijî tecrîd û komployê wê dewam bike' 2020-11-06 09:01:19   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Gulistan Gulo têkildarî komplo û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da zanîn ku Abdullah Ocalan vîn, fikir û hebûna Gelê Kurd e û wiha got:"Rêber Apo pêşeng, îrade û hebûna me ye. Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bûn xwedî pergal û rêxistin. Berxwedana li dijî tecrîd û komployê wê dewam bike."   Piştî komploya navneteweyî ya 9'ê cotmeha 1998'an Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  ev 22 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê hatiye dîlgirtin. Armanca dewletan ên ku cihê xwe di nava komployê de girtin û bi taybet dewleta tirk, ew bû ku fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullaha Ocalan belav nebe û projeya netewa demokratîk tune bikin. Têkildarî komplo û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Gulistan Gulo nirxandin kir.   'Ji bo çareseriyê projeya netewa demokratîk pêşkêş kir'    Gulîstanê di destpêka gotina xwe de aloziya ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe nirxand û wiha got: "Îro pergala cîhanî ya desthilatdar li ser tevahî Rojhilata Navîn polîtikayên perçebûyin û fetisandinek mezin dimeşîne. Ji ber vê qeyranê alozî û pirsgirêkên mezin di nava civakan de rû dide. Rêber Apo di sedsala 21'an de fikir û felsefeya çareseriyê pêşkêş kir û projeya netewa demokratîk wek çareserî destnîşan kir. Îro jî projeya netewa demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meriyetê de ye û di encamê de Rêveberiya Xweser hate avakirin."   'Xwestin projeya Rêber Apo têk bibin'   Gulîstanê di dewama gotina xwe de pirsgirikên ku di welatan de rû didin anî ziman û wiha dirêjî da gotina xwe: "Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, dema hevdîtin bi Rêber Apo re dihat çêkirin, Rêber Apo pirsgirêk û çareseriyên hemû welatan digot. Her wiha Rêber Apo bal kişand serhildana gelan. Texmîna ku Rêber Apo kiriye rast derket û li Sûriyeyê bihara gelan dest pê kir. Gelek komplo li dijî projeya gelan a Rêber Apo pêk hatiye. Hemû cîhanê bi hemû awayan xwest ku projeya Rêber Apo têk bibe. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li ser Rêber Apo komployek navneteweyî hat meşandin û ev 22 sal in hatiye dîlgirtin. Bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin vê projeyê tune bikin, lê desthilatdaran hesabê vê yekê nekirin ku bi hezaran kes li ser vê projeyê hatine birêxistinkirin. Fikir û felsefeya Rêber Apo bûye malê tevahî cîhanê."   'Rêber Apo vîn, fikir û hebûna me ye'   Gulistanê bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha domand: "Ji destpêka komployê, heta niha ev komplo bi awayekî cur be cur berdewam dike. Rêber Apo vîn, fikir û hebûna me ye. Dema Rêber Apo hat dîlgirtin heta niha gelek tundiyên mezin hene û heta roja îro jî ev tundî bi awayê tecrîdê dewam dike. Mafê her girtiyekê/î heye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin, lê dewleta tirk her dem pêşiya hevdîtinê bi hincetên cur be cur digire. Her wiha armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkbirina projeya netewa demokratîk e. Lê li hember ewqas êrîşan berxwedana Gelê Kurd a bêhempa di aliyê leşkerî, siyasî, aborî, civakî û çandî de dewam dike. Pergala me ji tevahî êrîşên dewleta tirk re bû bersiv."   'Berxwedana li dijî tecrîd û komployê wê dewam bike'   Gulistanê herî dawî bal kişand ser berxwedana li dijî tecrîd û komployê û wiha bi dawî kir: "Armanca tecrîda ku dewleta tirk li ser Rêber Apo dide meşandin ew e ku Rêber Apo ji gel qut bike. Ji ber desthilatdariya dewleta tirk jî dizane ku ger em ji Rêber Apo werin qutkirin em ê bifetisin. Bi vî rengî kiryarên dijmirovî li ser me dimeşînin. Heta roja îro jî tecrîdek girankirî li ser Rêberê me tê meşandin û dewleta tirk rê li ber hemû tiştan digire û nahêle em agahiyekê ji Rêber Apo bigirin. Helwesta me li hember tecrîdê diyar e, wê nikaribin vê îradeyê bişkînin. Tu hêz nikare fikir û felsefeya Rêber Apo ji me qut bike, ji ber Rêber Apo bi pirtûkên xwe dîrokek dewlemen ji me re hiştiye. Em bang gelên azadîxwaz û jinan dikin da ku ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin, ji ber Rêber Apo pêşeng, îrade û hebûna me ye. Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bûn xwedî pergal û rêxistin. Berxwedana li dijî tecrîd û komployê wê dewam bike."