ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-06 09:00:00   *Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Gulistan Gulo têkildarî komplo û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da zanîn ku Abdullah Ocalan vîn, fikir û hebûna Gelê Kurd e û wiha got:"Rêber Apo pêşeng, îrade û hebûna me ye. Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bûn xwedî pergal û rêxistin. Berxwedana li dijî tecrîd û komployê wê dewam bike." DÎMEN HEYE    *Rêveberî û xwendevanên bajarê Qamişloyê daxwazên ENKS’ê yên li dijî zimanê kurdî şermezar kirin û wiha gotin: "Em wek mamoste û xwendevanên Rojava daxwaza ENKS'ê qebûl nakin û em ê ji bo zimanê dayikê her têbikoşin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî  Hêvîn Îsmaîl rewşa şêniyên Eyn Îsayê ya di nava şer de nirxand. Hêvînê da zanîn ew li dijî her cure şer li berxwe didin û wiha got: "Şêniyên Eyn Îsayê li hemberî şerê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê xeta berxwedanê ji xwe re hilbijartine û bi yek dengî li dijî desthilatdarî û zilmê têdikoşin."  DÎMEN HEYE   *Jina koçer Leyla Savaci ya li Hezexê ku destkariyê dike got: "Çêkirina çente, lepik, patîk, lûf  û gelek tiştên dinê kevneşopiya me ye. Her nexşek sembola çanda me ye û em bi destên xwe çanda xwe ya berê didin jiyîn."DÎMEN HEYE   *Her roja derbas dibê nerazîbunên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ ê Abdulah Ocalan zêdetir dibin. Jinên Mexmûrê ku bertek nîşanî tecrîdê dan diyar kirin ku Rêber Apo ne tenê serokê wan serokê hemû gelan e û hata ku Rêber Apo Azad nebe civak jî azad nabin. DÎMEN HEYE   *Ji bo ku jin xwe nas bike divê derewên zîhniyeta mêr ên derbarê xwe de yek bi yek derxîne holê, mahkûm bike. Bi qasî ku xwedîderketina jinê ya li dîroka wê ya rast girîng e, deşîfrekirina dîroka mêr û hişmendiya mêr jî ewqas girîng e. NÎQAŞÊN JÎNEOLOJIYÊ   *Çalekvanên TJA’yê yên ku di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de xwe digihînin hemû jinan dibêjin jin herî zêde ji hînbûna ciwanan a tiryakê bi gazinc in. BI DÎMEN   *Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku li girtîgehê da destpêkirin bi hezaran kes tevli bû. Leylayê diyar kir ku naxwazin fikrên Abdullah Ocalan li derve belav bibin û got ku divê êdî Abdulaha Ocalan di nav gel de be. BI DÎMEN   *Daxuyaniya MEBYA -DER'ê li goristana Yenîkoyê ji bo malbatên Şirnexî(12.00)   *Dê îro li Til Temirê meşa ciwanên Suryanî, bê lidarxistin. (11:30)