'Em nebin amûrên lîstikên kesên dixwazin kurdan bi hev bidin kuştin' 2020-11-05 14:51:54     WAN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a têkildarî rageşiya li Herêma Kurdistana Federe di civîna çapemeniyê de axivî wiha got:"Ez ji vir bang li Mesût Barzanî dikim. Te bi xwe gotibû birakujî bes e. Em ne cuda ne. Em yek in. Em li ser çar parçeyan rihek in. Em nebin amûrên lîstikên kesên dixwazin kurdan bi hev bidin kuştin. Bila Mesût Barzanî rola xwe ya yekîtiya neteweyî bilîze."   Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Bedran Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî rageşiya li Herêma Kurdistana Federe li Wanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç û rêxitinên navçeyan ên HDP'ê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê hat lidarxistin bûn.    'Divê herkes berpirsiyariyê bigirin ser xwe'   Di civînê de di destpêkê de Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn got:"Em wekî sazî û partiyên siyasî bang dikin û dibêjin em wekî sazî û partiyên kurdan divê li dijî bûyer û pratîkên bibe sedema pevçûna Gelê Kurd derkevin. Berpirsiyariyeke dîrokî dikeve ser milê Gelê Kurd. Heger em li ser esasên têkoşîn û tecrubeyên xwe tev bigerin ew ê sedsala pêşiya me sedsala azadiya Gelê Kurd be. Divê rêya diyalogan bê vekirin."   'Ji birakujiyê re êdî bes e'   Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştre axivî û diyar kir ku ew ji serdemeke dîrokî derbas dibin û wiha pê de çû:"Kurdistan kirin çar parçe û niha jî li ser her parçeyan polîtîkayên qirêj tên lîstin. Dixwazin bi vî hawî kurdan bi kurdan bidin kuştinkirin. Em van lîstikan dizanin. Kesên bi hezar salane dijminê kurdan e niha teqez nikarin bibin dostên kurdan. Kurdan ji dîrokî heta niha li ser axa xwe têkoşîna berdewamiya ziman û çanda xwe dane. Bedelên pir giran dan. Li ser kurdan gelek komkujî derbas bûn. Enfal, Helebçe, Komkujiya Agiri, Dêrsim, Zîlan Roboskiyê komkujiyên bi ser kurdan de hatine. Ev komkujiyan ji ber bêtifaqiya me hat serê me. Turkiye gav bi gav MÎT'ên xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kirin. Di nava kurdan de lîstikan dilîzin. Dixwazin di nava Gelê Kurd de pevçûnê derxin. Mesût Barzanî bersiva vêya dabû û gotibû em birakujiyê qebûl nakin. Em jî li vir bang li Mesût Barzanî dikin û dibêjin 'Te jî bi xwe gotibû ez birakujiyê naxwazim'."   'Dîsa heman lîstikê dilîzin'   Leylayê bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha pê de çû:"Kesên me tînin hemberî hev kî ne? Kesên di 1999'an bi komployê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê ne. Kesên referandûma li Başûrê Kurdistanê nedixwestin heman kes bûn. Kesên dibêjin hûn nikarin li ser axa xwe qedera xwe tayîn bikin heman kes in. Kesên ku dixwestin Kobanê bikeve û Rojava ji destên Kurdan bigirin heman kes in. Heman hêz niha li Başûrê Kurdistanê jî heman lîstikê dilîze."   Banga ji bo Mesût Barzanî   Leylayê bang li Serokê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesût Barzanî kir û wiha got:"Du kes hene ji bo yekîtiya neteweyî rolên xwe bilîzin. Yê yekemîn Mesût Barzanî ye yê duyem jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di vê rewşê de rola herî mezin dikeve ser milê Mesût Barzanî. Ez bang li Mesût Barzanî dikim 'Bila canê min jî qurbana canê te be. Bila tu her bijî. Tu jî xwedî li vê armancê derkeve. Divê tu tifaqa gelê kurd çêbike. Tu rêya em wekî din tune ye. Divê tu rola xwe bilîzî. Divê tu vêya bîne ziman û tu bibe sedem ku herkes bîne ziman."