Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî hişbirê meş li dar xist 2020-11-05 10:43:07   AMED - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Navçeya Kayapinarê li dijî hişbirê û polîtîkayên pişavtinê meş li dar xistin.    Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gela (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Têkeve nava tevgerê" do şev li Navçeya Kayapinarê li dijî hişbir û pişavtinê meş li dar xistin. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Li dijî hişbirê bê deng nemîne, haydê bikeve nava tevgerê" hat hilgirtin.    Di dema meşê de dirûşmê "Ciwantî li dijî faşîzmê serî hildide","Hînî hişbirê nebe têkeve nava tevgerê","Amed ranezê têkeve nava tevgerê" hatin berzkirin. Ciwanan bang kir gel li dijî hişbir û polîtikayên pişavtinê xwedî hişmediyê be. Gelek ciwananên der û dorê jî pişgirî dan meşê.