'Em ê hebûna xwe bi zimanê dayikê tacîdar bikin' 2020-11-05 09:06:00   Viyan Berxwedan   QAMIŞLO - Berdevka Komîteya Fêrkirinê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihemed Emîn helwesta ENKS’ê ya li dijî zimanê kurdî nirxand û da zanîn ku êrîşên li ser zimanê kurdî tunekirina hebûna Gelê Kurd e û wiha got: "Em dikarin hebûna xwe bi zimanê dayikê tacîdar bikin û li hember her cure êrîşên dijminan têkoşînê mezin bikin."   Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li dijî kurdan her cure êrîşên qirkirinê bi kar tînin. Bi salane dixwazin hebûn û nasnameya kurdan tune bikin û kurdan bi kurdan bidin şerkirin. Demên borî hevdîtin li ser esasê yekrêziya kurdî bi partiyên ENKS’ê re çêbûn û di wan hevdîtinan de ENKS’ê daxwaz kir ku zimanê kurdî were rakirin ji ber zimanekî ne fermî ye. Girêdayê mijarê Berdevka Komîteya Fêrkirinê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihemed Emîn nêrîna xwe parve kir.     'Şoreşa zimanê kurdî ne kêmî, şoreşa leşkerî bû'   Menalê di destpêka gotina xwe de provakasyona ENKS’ê ya ji bo zimane dayikê nirxand û wiha got: "Mijara perwerdeya zimanê dayikê ne tenê îro di rojeva kurdan de cih digire. Armanc ew e ku kurdan beramberî hevdu bidin şerkirin da ku ji zimanê xwe dûr bikevin. Di heman demê de gavên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatîye avêtin deskeftiyekî mezin bi xwe re anî û rengê jiyanê guhert. Şerê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû da bi xwe re şoreşa ziman ava kir. Pergala dewletên deshilatdar û hevkarên wê ENKS’ê dixwazin me ji hebûna me dûr bixe. Ji bo em ji nû ve zindî bibin, pêwist e her mirovek bi zimanê xwe bixwîne, çanda xwe nas bikê û xwe hînî zimanê dayikê bike. Me di vê oxirê de gelek ked û bedelên giranbuha da. Her wiha me fikrandinên kûr pêş xist da ku li beramberî dagirkeran têkoşîn bikin. Dîsa me di asta dibistan û zanîngehan de qonax bi qonax tekoşînek ji bo zimanê kurdî peş bixin merhêleyen nû dest pê kir."   'Em ê hebûna xwe bi zimanê dayikê tacîdar bikin'   Menalê diyar kir ku daxwaza Gelê Kurd li hemû deveran ew e ku yekîtiya kurdan pêk were û wiha domand: "Ger yekîtiya kurdan ava bibe, li seranserê cihanê tu pirsgirêk namîne. Di heman demê de partiyên me yên kurdan her yek ji  cudabûna xwe hene, lê dema armanca wan ên fikrî, leşkerî, civakî û felsefî yek bin tu hêz nikare beramberê me bisekine. Armanca me ew e ku di pevajoyeke wisa de em hemû kurd bi hevkirinê li zimane kurdî xwedî derkevin. Eger em navê kurdbûyinê li xwe dikin wê demê ziman dibe nasnameya gelan. Em ê hebûna xwe bi zimanê dayikê tacîdar bikin. Li ser vî erdî ezmûneke hatiye kirin, ev ezmûn ne kedeke biçûk e, em bi xwe jî wê kedê bi destên xwe vala dernexin. Li hember devleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê gavên dirokî hatin avêtin û ev gavên dirokî ji bo me esas û girîng e."   'Divê em rêbazên têkoşînê ji her demê zêdetir xurt bikin'   Menalê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ew ê têkoşîna xwe ji bo mayindekirina zimanê kurdî bidomînin û wiha bi dawî kir:  “Bila ziman û nasnameya me diyar bin aliye sîyasî wê çareser bibe. Em jî wek qadên perwerdeyê têkoşîna xwe li hember biryarên bi vê rengî dewam bikin û  gav paşde neavêjin. Kesên ku daxwaza wan a zimanê kurdî hebe bila dakevin nava civak, xwendekar û dibistanan. Dema zarok di temenekî biçûk de hêza çareseriyê di xwe de biafrîne wê kesayetên azad jê derkeve. Hêviya me ew e ku itifaqên ku di dema pêş de çêbibin îrade û bertekên xurt derxin pêş. Di heman demê de ji bo em bikaribin bibin pêşengê vê  jiyanê, dibê rêbazên têkoşînkirinê ji her demê zêdetir xurtir bikin."