Bêrîvan Şilfo: Ji bo çareseriya siyasî em her bi israr in 2020-11-05 09:02:31   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Herêma Efrînê, Bêrîvan Şilfo diyar kir ku di nava şer û pevçûnên siyasetên desthilatdaran de, jinên li Sûriyeyê bi serkêşiya jina kurd hebûn û rola xwe dane îsbatkirin û ev tişt got: "Em bawer in ku dê dîsa bi destên jinê ev alozî li Sûriyeyê bi dawî bibe. Ji bo çareseriya siyasî em her bi israr in."   Dewletên hegomanîk ji bo desthilatdarî û koletiyên xwe li ser civakê bidin meşandin, mirovan di qirkirin, komkujî, aloziyên jiyanî û şer re derbas dikin. Bi armancgirtina jinan xwestin siyaseta qirkirinê bidin meşandin. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinên li Sûriyeyê bi serkêşiya jina kurd bû xwedî cih û hebûn. Cihê xwe di hemû  qadên jiyanî de girt, bi taybet rol û misiyona xwe di qada siyasî de lîst. Têkildarî mijara şerê ku li Sûriyeyê tê meşandin û sedemên kûrkirina aloziya wê, Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Herêma Efrînê, Bêrîvan Şilfo ev mijar nirxand û ji me re parve kir.   'Aloziya Sûriyeyê encama siyasetên şaş e'   Bêrîvanê di destpêka axaftina xwe de destnîşanî pergala desthilatdariyê kir ku tu carî nikare wekheviyê pêk bîne û wiha pê de çû: "Pergala ku îdeolojî û fikira wê li ser esasê desthilatdariyê be, wê tu carî nikaribe bi xwe re wekhevî, azadî û demokrasiyê pêk bîne. Her wiha sîstemên ku koletiya jinê ji xwe re bingeh digire jî nikare bigihêje sîstemeke azad. Aolziya Sûriyeyê ya ku kete sala xwe  ya 10’emîn bi talanî û wêrankirinê didome, ev jî ji encamên siyasetên şaş in. Dewletên herêmî jî bi hinceta çareserkirina vê aloziyê mudaxeleya Sûriyeyê dikin,  lê heta vê kêliyê mixabin çareseriyeke ku têkeve xizmeta gelê Sûriyeyê nehatiye pejirandin. "   'Tu biryarên ji bo rawestandina şerê Sûriyeyê nehat pêkanîn'   Di nava nirxandina xwe de Bêrîvanê diyar kir ku gelek biryar ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê hat dayîn lê pêk nehatine û wiha domand: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê de qaşo her dewletên navneteweyî dixwazin aloziya Sûriyeyê çareser bikin, lê di rastiyê de ew dixwazin temenê aloziyê dirêjtir bikin. Li ser esasê ku ev alozî çareser bibe, gelek civîn hatin lidarxistin lê mixabin tu encam bi xwe re neanîn. Hinek biryarên Meclîsa Ewlekariyê ku di sala 2015’an de ji bo Sûriyê hate pêşkêşkirin hebûn. Ev pêkanîna agirbestê, guhertina destûra Sûriyeyê, diyalogên ji bo çareserkirina aloziyan bûn. Lê mixabin ev biryar pêk nehatin. Berovajî wê gelên Sûriyeyê bi şer re rû bi rû hiştin."   'Hêzên hegomon dixwazin derbeyê li pêşeng û pêşeroja civakê bixin'   Bêrîvanê bal kişand ser projeya netewa demokratîk ku ji bo çareseriya vê aloziyê projeyeke mayinde ye û wiha dirêjî da axafina xwe: "Di nava alozî û pevçûnên ku di Sûriyeyê de diqewimin,  me xeta sêyemîn a projeya netewa demokratîk hilbijart. Şer gelek bandorên neyînî li ser psîkolojiya gel kir. Sîstema Rêveberiya Xweser dikarîbû bi rengekî demokratîk parastina herêmên me bike. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê hat pênasekirin û jinê jê re pêşengtî kir. Di şoreşan de yên ku herî zêde tê hedefgirtin jin û zarok in, ji ber  hêzên hegomon dixwazin derbeyê li pêşeng û pêşeroja civakê bixin. Li hember vê sîstemê jinên Sûriyeyê bi serkêşiya jina kurd hebûna xwe îsbat kirin."   'Ji bo çareseriya siyasî em her bi israr in'   Di dawiya nirxandina xwe de Bêrîvanê teqez kir ku jinê di hemû qadên şoreşê de hebûna xwe mayinde kir û wiha bi dawî kir: "Jinê di hemû qadên şoreşê de hebûna xwe mayinde kir û ji bo çareseriyeke mayinde her di nava hewildanan de ye. Em bawer in ku dê dîsa bi destên jinê ev alozî wê bi dawî bibe û jin di vê yekê de bi israr in."