Xebatên TJA’yê li Botanê berdewam dikin 2020-11-05 08:35:02   ŞIRNEX - Aktîvîstên TJA’yê di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de li taxa Surê ya Cizira Şirnexê çûn serdana jinan û banga meşa ku dê di 7’ê Mijdarê de pêk bînin kirin.   Tevgera Jinên Azad(TJA) di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de li taxa Surê ya Cizîra Şirnexê bi tevlîbûna Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, hevşaredara Sûra Amedê ya ku li şuna wê qeyûm hatî tayînkirin Fîlîz Buluttekin, Hevseroka HDP’ê ya navçeya Sûra Amedê Hatun Yildiz û gelek jinan, mal bi mal geriyan û çûn serdana jinan. Aktîvîstên TJA’yê, piştre çûn li hala sebze jinên ku dixebitin ziyaret kirin.   Di serdanê de jinan broşurên ku jinan vedixunîn çalakiyên kampanyayê belav kirin. Her wiha jinan di serdana xwe de banga tevlîbûna meşa ku dê di  7’ê Mijdarê de bi minasebeta 25’ê Mijdarê bê lidarxistin jî kirin.   Jinên ku hatin gel hev bi dirûşman xebatên xwe yên rojê bi dawî kirin.