Kongreya Star bi daxuyaniyekê pêşengeh bi dawî kir 2020-11-04 16:37:36     HELEB - Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi dirûşma "Êdî bes e ji dagirkeriyê, tecrîd û faşîzmê re dem dema azadiyê ye" pêşengeha pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullaha Ocalan vekiribûn bi daxuyaniyekê bi dawî bû.   Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê di 28'ê cotmehê de bi dirûşma "Êdî bes e ji dagirkeriyê, tecrîd û faşîzmê re dem dema azadiyê ye" pêşengeha pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li qada Cebanat a taxa Şêx Meqsûdê vekiribûn îro bi daxuyaniyekê bi dawî kirin.  Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Helebê Emîne Xidir ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em bi vê pêşengehê rabûn, ji bo ku daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Di vê pêşengehê de nêzî 493 pirtûk hatin çapkirin û belavkirin. Armanca me ew bû ku em fikrê Rêber Apo belavî tevahî mirovan bikin. Ev pêşengeh bi pêşengtiya jinê hate lidarxistin. Li taxa Şêx Meqsûdê şerek pir mezin rû da û bi berxwedana gelê me em gihêştin serkeftinê. Piştî şer me xwe ji nû ve saz kir û niha hemû kes pirtûkên Rêber Apo dixwînin. Em jî weke Rêxistina Kongreya Star ya bajarê Helebê rabûn da ku em dengê jinê bikin yek û bi hev re banga azadiya Rêber Apo bikin. Em ê herdem fikir û felsefeya Rêber Apo belav bikin û herdem di nava kar û xebatê de bin, ji ber azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo re girêdayî ye."   Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.