Encûmena Ciwananê Sûriya Demokratîk semînerek li dar xist 2020-11-04 16:35:17   QAMIŞLO - Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk semînerek nîqaşê li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê li dar xist.   Encûmana Ciwanên Sûriya Demokratîk sermînerek niqaşê li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna ciwanên Encûmena Sûriya Demokrarîk li dar xistin. Semînera nîqaşê li ser du beşan hate dayîn. Beşa yekem di derbarê bandora aloziya Sûriyeyê ya li ser ciwanan, bandora şerê taybet a ji aliyê dewleta tirk ve li ser ciwanan tê meşandin û girêdana ciwanan a bi çand û welat re hat dayîn. Beşa duyem li ser rola ciwanan a di avakirina saziyên parastin û civakî de di Rêveberiya Xweser de, rola ciwanan bersivdayina li hember kiryarên dewleta tirk û çareseriya hemû zehmetî, pêşxistin û avakirina beşên ciwanan bû.    Piştî deqeyek rêzigirtin a ji bo cangoriyên azadiyê semînera nîqaşê dest pê kir. Paşê rapora Komîteya Amdekar ji aliyê Endamê Encûmana Ciwanên Sûriya Demokratîk Mihemed Ehmê ve hate xwendin.   'Em ê li dijî şerê taybet xwe bi rêxistin bikin'    Paşê beşa yekem ji aliyê Hevseroka Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk Canda Remo ve hat dayîn. Canda wiha got: "Pirsgirêkên ku me di aloziya Sûriyeyê de dît yek ji wan derketina ji welat bû. Her mirovekî ev pirsgirêk jiyan û pêwistiya me heye ku em li ser vê xalê bisekinin. Pêwist e em ser çand û mafê gel nîqaşên berfireh bikin. Desthilatdar di aliyê şerê taybet de dixebite û bi taybet li ser jin û ciwanan dide meşandin. Bi şerê taybet dixwazin çanda me bihelînin û me ji qirkirinê re derbas bikin. Li hember van şeran  divê em zêdetir bi çanda xwe re werin girêdan. Em dikarin encax bi rêya perwerdeyê xwe bi rêxistin bikin û wiha şerê taybet li ser civakê rakin."   'Ji bo çareseriya pirsgirêkan rêxistinbûyin pêwist e'   Paşê beşa duyem ji aliyê Endama Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk Lema Ebdo ve hate dayîn. Lema wiha got: "Di armanca êrîşên dewleta tirk de yekem jin û ciwan heye. Ji ber yên ku civakê bi rê ve dibin jin û ciwan in. Em wek ciwan pêşengê şoreşê ne ji bo wê pêwist e em xwedî bersiv û helwest bin. Divê em xwe di hemû aliyan de bi rêxistin bikin û li hember şerê ku dijmin dide meşandin pêşî bigirin. Em ê herdem ji bo serkeftin û azadiyê di nava kar û xebatan de bin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan rêxistinbûyîn pêwist e."   Semîner bi niqaşan bi dawî bû.