‘Gef nikarin serî li me bitewînin’ 2020-11-04 15:45:29   MÊRDÎN - Darbeya siyasî ku 4’ê Mijdara 2016’an li dijî HDP’ê hate kirin, li Mêrdînê hate şermezarkirin. Pero Dundar di axaftina xwe de got ku ev qirkirina siyasî 40 sal in berdewam dike, lê tucarî Gelê Kurd li hemberî wê serî ne tewand.   Di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijî parlamenter û Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyona siyasî pêk hatibû. HDP’ê di salvegera qirkirina siyasî de li ber avahiya xwe ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Gef nikarin me têk bibin” hate hilgirtin, rêxistina HDP’ê yên bajêr û navçeyan û Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar beşdarî daxuyaniyê bûn.    Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Mêrdînê Salîh Koday ve hat xwendin.   ‘Navê vê tecrîd e’   Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar ya ku di daxuyaniyê de axivî jî di serî de 4’emîn salvegera operasyona siyasî a li hemberîHDP’ê bi bîr xist û wiha got: “Ev qirkirinek nujen nîn bû, 40 sal in ev êrîşên li hemberî me berdewam dikin. Ango ev operesyon li dijî Gelê Kurd hatiye meşandin. Navê vê tecrîd e. Hemu operesyonên dikin bi hincetên ji rêzê ku her kes pê bikene dikin. Hevserokên partiyê li ser doza Kobanê girtin. Her kes Kobanê dizane. Kê çawa kiriye jî her kes şahid e. Kobanê xeta sor a gelê me ye. Ev sekna me ya li hemberî DAİŞ’ê ye. Ya me kiriye keda mirovahiyê ye. Ji ber wê ji tiştên me kirine em ne poşman in. Em ê ji ber gefan serî netewînin. Me hertim jî li hemberî girtin û gefan sekna xwe nîşan daye. Me bersiva gel di hilbijartinan de dît. Ne 4 sal 14 sal jî bidome em ê li vir bin. Tu aliyek vê qirkirinê yê hiqûqî tune ye. Cardin em operesyonên wan şermezar dikin.”   ‘Êrişeke li dijî vîna gel e’   Salîh Koday ê ku daxuyanî xwend jî  wiha got: “Darbeya siyasî bi grtina hevserokên me Fîgen Yuksekdag, Selehettîn Demîrtaş û bi dehan parlementerên me re dest pê kir. Kesên di parlementoyê de bûne şîrîkê vê qirkirinê jî heman darbe li hemberî wan jî hate kirin. Di heman çarçoveyê de heta niha ew darbe berdewam dike. Hîna parlementerên me, hevşaredar, hevserokên bajêr û siyasetmendarên partiya me tên girtin. Tê zanîn ku ev êrişa siyasî li dijî vîna bi milyonan gelan e. Îqtidara ku xwediyê vê hişmendiya êrişekar e ji gel dur e.”