Dê li Dêrsimê Hevdîtina Jinên Elewî pêk were 2020-11-04 11:37:04   DÊRSIM - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Dêrsimê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi dirûşma "Em bi rengên xwe di nava têkoşînê de ne" ew ê li Dêrsimê Hevdîtina Jinên Elewî pêk bîne.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a Dêrsimê ew ê di 5'ê Mijdarê de roja pêncşemê saet di 1300'an de li Dikili Taşê Hevdîtina Jinên Elewî pêk bîne. Tê payin ku gelek jin beşdarî hevdîtina ku ew ê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî beşdar bibê.    'Em bi rengên xwe xweşik in'   Endama PM'a HDP'ê Hêlîn Yagmur Ucî destnîşan kir ku divê hemû jin bi rengên xwe beşdar bibin û got ew ê wekî meclîsa jinê bi Komisyona Baweriyan û Gelan Hevdîtina Jinên Elewî pêk bînin. Yagmurê da zanîn ku ew ê li dijî êrişên li ser bedena wan têbikoşin û wiha got:"Ew Hevseroka me ya Giştî Pervîn Bûldan jî beşdarî hevdîtinê bibe. Em ê bi wê re sohbetê bikin û dan û sitendina fikir û raman bikin. Em ê bi piştevaniya jinê li dijî sîstema ku tecawizkarên xwe xwedî dikin di nava têkoşînê de bin. Loma em hemû jinan vedixwînin hevdîtina xwe. Em rengên xwe xweşik in em bi rengê xwe têkoşer in."