'ENKS bi hişmendiya dewleta tirk tev digere' 2020-11-04 09:12:06   Dilucan Bozî   EYN ÎSA - Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Girê Spî Bêrîvan Ismayîl têkildarî helwestên ENKS'ê û PDK'ê ya ji bo nepejerandina zimanê dayikê û pergala hevserokatiyê nirxandin kir. Bêrîvanê wiha got: "Em ji hevdîtinan re her tim amade ne, lê sekin û helwestên ENKS'ê dihêle ku hevdîtinên yekîtiya neteweyî li ser bingeheke lewaz bidome."   Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinên yekîtiya neteweyî didomin, lê ji ber sekin û helwesta ENKS-PDK'ê heta niha hevdîtin bi encam nebûne. Di meha gulanê de Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) hat avakirin, piştî hevdîtinên di nava heyetan de di 16'ê Hezîranê de alîgiran li ser peymana Duhokê ya sala 2014'an li hev kirin. Her çendî hevdîtin heta astekê pêş ketibin jî lê belê ji aliyê ENKS'ê ve tu gavên erênî nayên avêtin û di her demekê de dijiberiya xwe ya li beranberî Zimanê Kurdî û pergala Rêveberiya Xweser dide diyarkirin. Di vê çarçoveyê de Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitîya Demokratîk (PYD) ya Kantona Girê Spî Bêrîvan Ismayîl nêrîn û helwestên xwe ji ajansa me re parve kir.    'Zimanê me hebûna me ye'   Bêrîvanê di destpêka gotina xwe de teqez kir ku bi salane têkoşîna mafê zimanê xwe dikin û wiha domand: "Di 9 salên şoreşê de em bi zimanê zikmakî dixwînin, lê ev ji bo me şansek bû. Bi salane Gelê Kurd di bin desthilatdariya Rejîma BAAS'ê de bû û nikaribû bi zimanê xwe yê resen biaxiviyana, dema ku diaxivîn jî wê demê ceza li wan dihat birîn. Ji bo vê jî divê em xwedî li zimanê dayikê derkevin, bi salane zimanê me tê înkarkirin li ser vê bingehê me dibistan, peymangeh û zanîngeh vekirin. Ji ber di dema rejîmê de me nikaribûn bi zimanê xwe biaxiviyana  lewma em ne di wê ferqê de bûn ku zimanê me jî heye. Ev demeke ji aliyê ENKS'ê û PDK'ê ve nîqaş tên kirin û herî dawî jî biryar dan ku zimanê Kurdî bê rakirin û li şûna wê zimanê Erebî bê dayîn wek zimanê fermî bê ragihandin. Em ne li dijî tu zimanan e ji ber di herêmên me de her pêkhate bi zimanê xwe diaxivin û dixwînin. Ji bo ziman bedelên herî giran hatin dayîn wek Şehîd Viyan Amara û bi sedan mamosteyên ziman ked dan da ku îro em bi zimanê xwe biaxivin û bixwînin. Di heman demê de dixwazin pergala hevserokatiyê li van herêman bidin rakirin, ji ber ku dewlet li dijî pergala hevserokatiyê ne û naxwazin ev pergal di nava civakê de bê meşandin. Wek me li jor jî da diyarkirin ev zimanê ku em xwe pê îfade dikin hebûna me ye, bi salane em têkoşîn dikin da ku em mafê zimanê xwe bi dest bixînin û bêjin em Kurd in. Em dest ji zimanê xwe bernadin,  berovajî wê em ê xwedî li zimanê xwe derkevin."   'ENKS bi hişmendiya dewleta tirk tev digere'   Bêrîvanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ENKS'ê û PDK'ê bi awayekî ber bi çav dijberiya Zimanê Kurdî dike û wiha pê de çû: "Bi salane xeta îxanetê di aliyê herdu partiyan de  li ser gelê xwe didin meşandin, her kes dizane ku PDK û ENKS perspektîfên xwe ji hêzên itilafê digirin. ENKS bi hişmendiya dewleta tirk tev digere. Dema ku PDK bifikire û di wê ferqê de be wê demê wê bizanibe ku ev komploya li ser Gelê Kurd tê meşandin. Dema zarok diçin dibistanê wê demê bi hevdu re zimanê xwe yê resen diaxivin û kêfa zarokan ji ziman re tê. Dema di dibistanê rejîmê de pirsgirêk derdiket holê dayik an jî bav diçûn dibistanê ji bo zarokên xwe wê demê ji ber ziman tenê bi Erebî bû nikaribûn ji hevdu fêm bikirana, lê niha dayik dikare bi rehetî bi zarokên xwe re biçe dibistanê bi mamoste re biaxive û pirsgirêkan çareser bike. Gelek dayik û bavên me zimanê Erebî nizanin ji ber wê zehmetî dikişandin heta ku pirsgirêkên zarokên xwe yên dibistanê çareser bikin. Di vê salê de gelek caran hevdîtinên Kurdî-Kurdî hatin çêkirin lê her tim ENKS'ê şertên ku nayên qebûlkirin datîne, ji ber wê heta niha yekîtiya neteweyî nehatiye avakirin. Pirojeya ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin projeyeke giştî ye, hemû pêkhate xwe di nava vê projeyê de dibînin û li ser wê bingehê kar tê meşandin. Pergala hevserokatiyê di nava xwe de demokrasî, wekhevî, edaleta civakî û hevjiyana azad dihewîne."   'Hêza rêxistinên jin metirsiyek di nava dewletan de daye avakirin'   Bêrîvanê di dawiya gotina xwe de diyar kir ku dewlet li hemberî têkoşîna jinan di nava metirsiyê de ne û wiha bi dawî kir: "Di nava pergala dewletan de tenê mêr esas e rola jinê di nava pergalê de tune ye û tu maf ji jinan re nayê dayîn. Beramberî vê pergalê me pergala hevseroketiyê ya mafê herdu zayendan wek hev tê dayîn û biryara herî dawî ji aliyê hevserokanva tê dayîn. Di van salên şoreşê sazî û rêxistinên jinê hatine avakirin û li ser wê bingehê jin kar û xebatên xwe didin meşandan. Di şer de jî pergala hevseroketiyê heye, jixwe ev têkoşîna ku hatiye dayin heye ku me pergaleke wiha da avakirin bi saya hêzên YPJ-YPG'e bû, herdu zayendan mil bi mil şerê li dijî dijmin dikirin. Tenê ji bo wekhevî di nava civakê de bê çêkirin bi sedan jinên ku di qadên civakî, siyasî, leşkerî û hunerî de hatin kuştin. Demeke dirêj e PDK amadekariyên xwe yên ser sînor dike û dixwaze pêşmergeyan derbasî aliyê Rojava bike, derbasbûna pêşmergeyan wê bibe sedema şerê navxweyî ya di navbera kurdan de. Di 2014'an de dema ku pêşmergeyan xwe ji Şengalê vekişandin û çeteyên DAIŞ'ê derbas bûn wê demê çima PDK'ê parastina gelê Şengalê nekir? Di encama wê komkujiya Şengalê de bi sedan jin hatin revandin û li sûkên Reqa û Musilê hatin firotin û hîna jî gelek jinên Ezîdî çarenûsa wan ne diyar e. Her wiha planên nû li ser gelê Şengalê tê meşandin ev jî diyar e ku dixwazin fermaneke din bi ser Şengalê de bînin."