Girtiya nexweş Ozgul nikare pêdiviyên bingehîn bi cih bîne 2020-11-04 09:10:04   AMED - Girtiya nexweş Ozgul Yaşa nikare pêdiviyên bingehin bi cih bine. Birayê wê Eşref Yaşa diyar kir ku divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan û got: "Niha mil û lingên wê nagirin. Ji ber vê pêdiviyên xwe bîne cih. Rewşa xwişka min di xeterê de ye."    Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê girtî di şert û mercên giran de dijîn. Her wiha ji ber kêmbûna tedbîrên li hemberî vîrûsa koronayê (Covîd-19) jî hejmara nexweşan her roja zêde dibin. Mafê tedawiya girtiyên nexweş tên binpêkirin û girtî bi mirinê re rûbirû tên hiştin. Ozgul Yaşa ya li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê dimîne nayê dermankirin.    Ozgul di 5’ê mijdara 2014’an de hat girtin û heta niha 6 girtîgeh guhertiye. Ozgul ku demek kin li girtîgeha Osmaniyê ma piştre şandin girtîgeha Karataş a Edeneyê, ji wir şandin girtîgeha Jinan a Tarsusê. Ozgul herî dawî sirgunê girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê hat kirin. Birayê Ozgul, Eşref Yaşa ji ajansa me re behsa rewşa xwişka xwe kir.    ‘Pêdiviyên xwe yên bingehîn nikare bîne cih’   Eşref da zanîn ku dema Ozgul hatibû binçavkirin birîndar bû û çend rojan di hucreyê de hiştibûn û got: “Ozgul birîndar bû hat girtin, tedawiya wê nehat kirin. Niha mil û lingên wê nagirin. Ji ber vê pêdiviyên xwe yên bingehîn nikare bîne cih. Ozgul çend caran xwest ku wê bibin nexweşxaneyê lê astengî derxistin û wê tedawî nakin. Ji ber ku Ozgul li dijî binpêkirina mafan derketibû infaza wê hatibû şewitandin.”   ‘Girtî di bin tecrîdê de nin’   Eşref diyar kir ku xwişka wê di bin tecrîdê de ye û got: “Rewşa Ozgul her ku diçe girantir dibe. Me rojên borî pê re têkilî danî. Em ji bo rewşa wê ya tenduristiyê di nava fikaran de ne. Ji ber ku Ozgul nikare destê xwe bikarbîne nikare xwarinê jî bixwo. Jixwe li girtîgehan xwarin cara caran nadin. Her wiha rojname jî nadin. Wan xistine bin tecrîdek giran. Bi wî awayî êrîşek hem bi fizikî hem jî derûnî pêk tînin. Polîtîkayek bi vî şiklê li ser girtiyan tê meşandin”   ‘Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan’   Eşref dawiya axaftina xwe de bang kir ku bila Ozgul Yaşa û girtiyên nexweş yên din serbest bên berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li girtîgehan de ewlehiya girtiyan tune. Fikarên li ser girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. Em jî ditirsin û dixwazin bila hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.”