'Lihevkirina ser Şengalê domandina komployên li dijî Gelê Kurd e' 2020-11-04 09:07:31   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Kurda Êzidî, Medîne Emo ya ji Efrînê ye, têkildarî lihevkirina li ser Şengalê da zanîn ku lihevkirina ser Şengalê domandina komployên li dijî Gelê Kurd e û wiha got: "Dewleta tirk dixwaze bi alîkariya herdu hikûmetan Şengalê dagir bike. Ev lihevkirin di 9'ê Cotmehê de pêk hat. Ev tê wateya xwestina domandina komploya li ser Gelê Kurd a bi şêwazên nû."   Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê di derbarê çarenûsa Şengalê de, di 9'ê Cotmehê de lihevkirinek çêkirin. Li dijî lihevkirinê gelê Şengalê û tevahî Kurdên Êzidî helwelstên neqebûlkirinê nîşan dan. Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrîna jina bi navê Medîne Emo ku ji Kurdên Êzidî ya bajarê Efrînê ye, girt. Medîneyê ji ber êrişên dewleta tirk ev sê sal in bi malbata xwe re koçberî Kobanê bûye.   'Kiryarên herî xirab li hember Kurdên Êzidî dikin'   Medîneyê di destpêka gotina xwe de behsa kiryarên ku li hember Kurdên Êzidî yên di Efrînê de tên kir û got: "Gelek malbatên Êzidî hîna li Efrînê ne, lê tenê pîr û kal in. Çete ji ber ku dizanin ew Êzidî ne her tim li hember wan kiryarên dijmirovî pêk tînin, wan direvînin, işkence dikin, pereyan dixwazin, malên wan talan dikin û gorên wan xirab dikin. Her wiha nimêjê, rojiyê ango mirov bêje ola Îslamê li Kurdên Êzidî ferz dikin, lê ew ji tirsa re nikarin bêjin nimêj û rojiya me jî heye. Ev çete di bin navê ola Îslamê de hemû kiryarên xirab dikin. Zêdetirî 500 jinên Efrînî di girtîgehên çeteyan de ne, rojane bi qetilkirin û tecawizê re rû bi rû ne. Çeteyên dewleta tirk bi van kiryaran pîvan û rêgezên ola Îslamê binpê dikin û li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin."   'Pêşmergeyan gelê Şengalê terkî mirinê kirin'   Medîneyê di domandina axaftina xwe de komkujiya Şengalê bi bîr xist û çîroka du jinên ku ji DAIŞ'ê rizgar bûbûn anî ziman û wiha domand: "Êzidiyên Şengalê beriya 2014'an hêza wan a xweser tune bû, ji ber wê pêşmerge ji xwe re hêz didîtin. Lê di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê min bi çavên xwe dît, li ser ekrana televîzyona ku pêşkêşvan ji pêşmergeyan dipirese hûn direvin kû derê û Şengalê ji kê re dihêlin? Dema em li Efrînê bûn du malbatên ku ji destên çeteyan hatin rizgarkirin, hatin cem me. Ji me re çîrokên xwe gotin, dema çete wê digirin sê zarokên wê hebûn 2 pênc û şeş salî bûn û zaroka wê ya herî biçûk jî temenê wê sal û nîvek bû. Wê jinê dest bi giriyê kir û got: 'Ji ber ku tehemula wan ji dengê zaroka min re tune bû,  bi wan zaroka min bi rojan dixistin dolaba cilan. Lê ji ber ku bêdeng nedibû ew çend caran di erdê de lêxistin heta ku zaroka min çavên wê teqiyan û encamê de mir. Çeteyê ku zaroka min kuştin, ez firotim yekî din, piştre wî jî ez firotim yekî ji welatê Tûnisê, herî dawî min kir ku ew çete baweriya xwe bi min bîne da ku ez bikaribim bi zarokên xwe yên din re birevim. Wî çeteyê dixwest min bi xwe re bibe welatê xwe, loma ez bi zarokên xwe re ji Reqayê reviyam û min berê xwe da Efrînê'. Jina din a bi wê re lal û ker bû. Çeteyan jê bawer nekirin ku ew lal û ker e, loma ew ji qata dudiyan çend caran avêtin û piştre li ser merdîvanan jî avêtin heta ku jê bawer kirin."   'Mafê tu kesî tune ye ku bazarê li ser Şengalê bike'   Medîneyê di dirêjahiya gotina xwe de qala peymana ku li ser Şengalê hatiye çêkirin kir û wiha pê de çû: "Piştî vê komkujiya hovane ango em bêjin fermana 73'an ya li ser Kurdên Êzidî, me xwe di tevahî qadên jiyanê de bi rêxistin kirin û bûn xwedî vîneke bi hêz. Lê me dît ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser çarenûsa Şengalê lihevkirinek çêkirin ku Şengalê vegerînin bin rêveberiya xwe û qaşo gelê wê biparêzin. Ew behsa parastinê dikine, lê ew berê li ku derê bûn  û çima gelê Êzidî neparastin? Ew reviyan û rê li ber komkujiyê vekirin. Yên ku Şengal parastin gêrîlayên YJA-Star û HPG'ê bûn, yên ku Şengal ji nû ve ava kir û pergala wê ya xweser saz kir gelê wê bû. Loma mafê tu hêzan tune ku lihevkirinan li ser çarenûsa Şengalê çêbike. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê dixwazin ku Kurdên Êzidî yên di Şengalê de xwe teslîmî wan bikin. Ev lihevkirin sê alî ye û armanca wan ew e ku Kurdên Êzidî ji fermanek nû re derbas bikin. Ji ber vê divê Êzîdî xwedî li hebûn û pergala xwe derkevin û li hember tevahî êrîşan li ber xwe bidin."   'Ew dixwazin di her salekê de komployê bi şêwazekî din bidomînin'   Medîneyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û wiha bi dawî kir: "Ev bûyer piştî ku Nêçîrvan Berzanî ji cem serokê dewleta tirk Erdogan vegeriya bi mehekê ket rojevê. Xala herî balkêş ew e ku lihevkirin di 9'ê Cotmehê de ango em bêjin di salvegera Komploya li ser Rêber Apo û salvegera êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de Serêkanî û Girêspî dagir kirin, çêbû. Lewra di vê mijarê de tenê rastiyek heye, ew dixwazin her sal di heman dîrokê de komployeke nû li ser Gelê Kurd çêkin. Dewleta tirk dixwaze bi alîkariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê Şengalê dagir bike û fermana 74'an çêbike, lê em dibêjin  ev yek wê tu caran pêk neyê. Em Kurdên Êzidî û tevahî Gelê Kurd di gelek komkujî û fermanan re derbas bûn lê em tune nebûn, berovajî vê em her car û her roj bi hêztir dibin."