'Şêniyên gund ji bo komkirina zeytûnan bi hev re alîkar in' 2020-11-04 09:03:20   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Jinên li gundewarên Kobanê di derbarê demsala komkirina zeytûnan de dan zanîn ku şêniyên gund di komkirina zeytûnan de alîkariya hevdu dikin û wiha gotin: "Di dema komkirina zeytûnan de em şêniyên gund bi hev re dibin alîkar û hestên hevpariyê pêş dixin. Îsal berhemên me pir baş in û em bi hêvî ne ku her kes ji berhemên xwe sûdeke baş bigire."   Gelê Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi komkirina zeytûnan kirine. Dema ku baran dibare zeytûn baş digihêjin û tên berhevkirin, lê îsal tevî derengiya barîna baranê jî gel zeytûnên xwe kom dikin. Du cureyên zeytûnan hene, zeytûnên hûr ji bo çêkirina zeytê û yên gir jî piranî ji bo xwarinê tê bikaranîn. Şêniyên gundewarên Kobanê jî niha dest bi komkirina zeytûnan dikin û jê pêdivîyên xwe yên zivistanê hiltînin. Di heman demê de ji zeytûnan zeyt, sabûn çêdikin. Têkildarî mijarê jinên gundewarên Kobanê di derbarê demsala komkirina zeytûnan de nêrîna xwe bi me re parve kirin.   'Zeytûnên malê pir xweş û bi tam in'   Jina bi navê Medîne Ehmed a ji gundê Ziravikê ye, bal kişand ser demsala komkirina zeytûnan û ev tişt got: "Her sal di dawiya meha cotmehê de û di destpêka mijdarê de em dest bi komkirina zeytûnan dikin. Her sal di vê mehê de baran dibarî û zeytûn baş digihêjin, lê mixabin îsal baran zû nebarî û em mecbûr man zeytûnên xwe kom bikin da ku berî pûç bibin. Zeytûnên malê pir xweş û bi tam in. Demsala me îsal baş bû û em ê jê zeyt, etûn, sabûn çêbikin û ji bo xwarinê jî hilînin. Pêwist e di demsala havînê de baş bên avdan û xizmeta darên zeytûnan bên kirin, da ku baş be."   'Şêniyên gund ji bo komkirina zeytûnan bi hev re alîkar in'   Medîneyê di berdewamiya axaftina xwe de behsa rihê jiyana komînal a di gundê xwe de dike û wiha pê de çû: "Di dema komkirina zeytûnan de em şêniyên gund bi hev re dibin alîkar an jî em paleyan digirin û li gor heqdestê wan em pereyan an jî zeytûnan didin wan.  Piranî gund di komkirina zeytûnan de bi hev re dibin alîkar heya ku zeytûnên gund hemû bi dawî dibin. Destpêkê zeytûn tên komkirin, paşê em derdora wan paqij dikin û cot dikin. Şaxên hişk û yên zeytûn pê ve çênabin ji bo zivistanê em bi kar tînin. Dema ku xizmeta daran û erde bê kirin wê berhem jî bi sûd bin. Darên zeytûnan li her derê tên çandin û her kes li derdora mala xwe diçînin. Yê me zêdetirî  2,000 darên zeytûnan hene, lê hin ji daran di dema şerê Kobanê de hatin şewitandin. Darên zeytûnan xwezaya wan xweşik e û hewayê paqij dihêle."   'Ev sê sal in ku Efrînî zeytûnên xwe kom nakin'   Medîneyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev sê sal in şêniyên Efrînê ji ber êrişên dewleta tirk zeytûnên xwe berhev nekirine û wiha bi dawî kir: "Ji sala 2018'an heta 2020'an şêniyên Efrînê zeytûnên xwe ji ber dagikeriya dewleta tirk kom nekirine. Çeteyên girêdayî dewleta tirk bi xwe berhemên darên welatiyan desteser dikin. Rojane şêniyên Efrînê ji bo darên xwe tên kuştin, tecwizkirin û revandin. Her wiha darên wan tên şewitandin û qutkirin. Dema ku xwediyê erdan diçin nava darên xwe, yekser ji aliyê çeteyan ve tên girtin û revandin. Di demên komkirina zeytûnan de çeteyên girêdayî dewleta tirk wan zeytûnan derbasî tirkiyeyê dikin, zeyt û darên zeytûnan difroşin ji bo ku aboriya xwe xurt bikin."   'Îsal berhemên zeytûnan baş in'   Jina bi navê Euyîş Bekî li ser zeytûnan ên îsal nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Komkirina zeytûnan li gor her herêmekê tê guhertin. Her sal di van deman de me zeytûnên xwe kom kiribûn. Îro min ji bo mala xwe zeytûn kom kirine, ji bo xwarina megdûs jî zeyta zeytûna pêwist e. Ez niha zeytûnan kom dikim da ku bişînim kargehê, di nava erdê min de derdora 3,000 darên me hene. Komkirina zeytûnan gelekî zehmet e, ji ber ku darên wê hişk in û gelek caran canê mirov dike birîn. Di komkirina zeytûnan de divê mirov baldar be. Îsal berhemên me pir baş in û em bi hêvî ne ku her kes ji berhemên keda xwe sûdên baş bigire. "