Dayika Elewî Fîdan: Nasnameya Elewiyên Kurd li bajaran asê maye 2020-11-04 09:02:24   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Dayika Elewî, Fîdan Yildiz da zanîn ku nasnameya Elewiyên Kurd di nava çar dîwaran de li bajaran asê maye û bi polîtikayên asîmîlasyonê rû bi rû maye û wiha got:"Ez tim wekî ku ew ê vegera me pêk were, difikirim. Lê vê carê hîn bi hişmendiyeke pêşketî."    Dayika Elewî Fidan Yildiz a ku li Kuçeya Guzeltepe ya Navçeya Çigliyê dijî da zanîn ku Elewiyên Kurd piştî ku koçî bajaran bûn ji aliyê çand û baweriyê ve bi cudatiyekê rû bi rû mane û polîtikayên bişavtinê li ser wan hatine meşandin. Fîdanê da zanîn ku dibe Reya Hak (Rêya Heqiyê) ya Elewîtiya Kurd piştî çend nifşan dibe ku bi dawî bibe û got ew li gundan hîn azad bûn. Fîdanê got:"Televizyon ket nava hemû qadên jiyana me. Em jî elimîn wan û me kesayeta xwe ji bîr kir. Lê ez tim difikirim ku ew ê  vegerek hebe. Lê vê carê hîn bi hişmendiyeke pêşketî."   Me dilê xwe bijand bajêr lê em li gundan hîn azad bûn   Fidana ev 25 sal in li Îzmîrê dijî da zanîn ew ji gundê xwe yê Erziromê ji ber pirsgirêkên aborî berê çûne Stenbolê, dawiyê çûne Navçeya Çigli ya Îzmîrê û wiha dewam kir:"Dema ez çûm Stenbolê ez 17 salî bûm. Birayê mi kolitek çêkiribû. Piştre ez çûm Elmanyayê. Me dilê xwe bijand bajêr. Lê kesên çûbûn bajaran jixwe gotibûn ne wekî mirov difikire ye. Em wekî 3-4 malbat çûn Stenbolê. Mal 1+1 bû. Em heyirî mabûn. Mala li gund xweştir bû. Em hîn azad bûn. Niha jiyana min paşde bidin min ez ê biçim gund. Dema hevjînê min dest bi kar kir em çûn Îzmîrê. Me di warê aboriyê de û di warê nasnameya xwe de zehmetî dît. Li vir di warê siyasî de mirov bi pirsgirêkan rû bi rû dima. Kurd li vir zehmetiyan dibînin. Niha Cemevî hatin avakirin lê belê ev yek jî di heman demê de mirov dibêje qey bişavtinê pêk tîne. Divê ez bi baweriya xwe li wir bim. "   Yên koçber dibin an Elewî, Elewiyên Kurd an jî Kurd in   Fîdanê da zanîn ku ji ber pirsgirên aborî ew mecbûr mane werin bajaran û wiha pê de çû:"Bavê min dema li karsaziya Somayê dixebitî ji destên xwe seqet bû. Dewletê kolit ji bo hêza karê erzan ava kir. Yên koçber dibin an Elewî, Elewiyên Kurd an jî Kurd in. Ew jî diketin nava zehmetiyên gelekî mezin. Di heman demê de nasnmeya Elewiyên Kurd di bin zexteke siyasî de ye. Ez dibêjim ez Kurdê Elewî yim hinek kes qebûl nakin ku kurd in. Sîstemê ev kes kirin vî halî. Dema me di remezanê de xwarin dixwar digotin em ê herin we gilî şef bikin. Li gelek cihî em ditirsin ku bibêjin em elewî ne."   Bişavtina bi rêya hişbirê ya li Guzeltepeyê   Fidanê da zanîn ku ew piştî du nifşan bawerî û çanda elewiyan bikeve nava xetereyê de û wiha got:"Zarokên me bi baweriya Reya Hak dizanin lê dîsa jî bi dûr dikevin. Li Kuçeya Guzeltepeyê polîtikaya asîmîlasyonê ya bi zaneyî tê meşandin. Bi zanetî hişbir anîn vir. Dixwazin civakeke têkçûyî ava bikin. Em ji xwezaya xwe dûr dikevin."   'Ez tim difikrim ku ew ê vegereke bi hişmendî pêk were'   Fîdanê wiha bi dawî kir:"Em hatin vir û em ji xwezaya xwe dûr ketin. Lê em hînî vir jî nebûn. Televizyon ket nava hemû qadên jiyana me. Em jî elimîn wan û me kesayeta xwe ji bîr kir. Lê ez tim difikirim ku ew ê  vegerek hebe. Lê vê carê hîn bi hişmendiyeke pêşketî."