'Jin li hemberî gef û êrîşan di nava berxwedanê de ne' 2020-11-04 09:01:15   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Sena Xelîl gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Jinê cihê xwe di hemû saziyan de girt û xwe bi rêxistin kir, ji ber wê yekê dewleta tirk gef û êrîşên xwe li ser axa me zêdetir dike."   Dewleta tirk û komên girêdayî wê her ku diçe êrîşên xwe li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dike. Li pêşiya çavên hemû dewletên cîhanê dewleta tirk roj bi roj gefên xwe li ser herêm û bajaran zêdetir dike û tu kes dengê xwe nake, dewletên navneteweyî her tim li pêşiya êrîş û gefên dewleta tirk bê deng dimînin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Sena Xelîl nêrînên xwe bi me re parve kir.   'Dewleta tirk bi rêya êrîşan dixwaze pergala me hilweşîne'   Senayê gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re me gelek destkeftî bi dest xistin, yek ji wan avakirina Rêveberiya Xweser bû. Her wiha me gelek sazî û dezgehên sivîl ava kirin û me xwe bi rêxistin kir. Bi taybet jinê cihê xwe di hemû  deverî de girt û di hemû saziyan de xwe bi rêxistin kirin, ji ber vê yekê dewleta tirk êrîşên xwe hîn bêhtir li ser axa Bakur û Rohilatê Sûriyeyê zêde kir. Bi rêya êrîşan dixwaze pergala ku me bi îradeya gel ava kiriye hilweşîne da ku vîna Gelê Kurd bişkîne."   'Jin li hemberî gef û êrîşan di nava berxwedanê de ne'   Senayê li ser êrîşên dewleta tirk ên li ser tevahî herêm û bajaran axivî û wiha domand: "Armanca dewleta tirk ne tenê axa Sûriyê ye, di heman demê de gef li Başûrê Kurdistanê, Azerbeycan û Ermanistanê jî dixwe. Dixwaze Rojhilata Navîn bixe nava destên xwe û dagirkeriya xwe li ser hemû pêkhateyan bide meşandin. Bi bêdengiya dewletên navneteweyî re, dewleta tirk hîn zêdetir gef û êrîşên xwe li ser axa me zêdetir dike. Em jî dibêjin tu kes nikare vîn û berxwedana Gelê Kurd bişkîne û tune bike. Jin li hemberî gef û êrîşan di nava berxwedanê de ne."   'Ji ber şoreş şoreşa jinê ye, dixwaze şoreşa me têk bibe'   Senayê diyar kir dewleta tirk dixwaze bi hedefgirtina jinan îradeya gel bişkîne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dewleta tirk dixwaze bi hedefgirtina jinan îradeya gel bişkîne û civakê tune bike. Ji ber şoreş, şoreşa jinê ye, dixwaze şoreşa me têk bibe. Her wiha dewleta tirk dibêje ku heger me jin şikand em ê bikaribin tecrîda li ser serokatî zêde bikin û îradeya gel bişkînin. Lê em jî dibêjin bi van kiryarên qirêj tu carî wê dewleta tirk negihêje armancên xwe. Em her tim ji bo azadiya xwe li qada ne û li pişta hêzên xwe ne."   'Li dijî êrîşan berxwedana me mezin dibe'   Senayê herî dawî nêrînên xwe bi van gotinan anî ser ziman: "Li hemberî kiryarên dewleta tirk, hemû dewletên navneteweyî bê deng in, bi bêdengiya xwe piştgiriya wan ji dewleta tirk re tê xuyankirin. Wek jin helwestên me diyar in, çi bibe bila bibe, tu kes nikare îradeya jinê bişkîne. Her ku gef û êrîş li ser me zêde dibin, em jî rêxistinên xwe xurtir dikin û berxwedana xwe mezin dikin, ji ber ku em li ser pirojeya netewa demokratîk mezin bûne."