TJA bi jinan re hat gel hev 2020-11-03 17:21:52   WAN - Aktîvîstên TJA'yê, di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin"  de li Artemêtê bi jinan re hatin gel hev. Di hevdîtinê de jinan peyama, "Em mafdar in" dan.   Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin de" li navçeya Artemêtê li Parkê bi jinan re hat gel hev. Bi jinan re li ser tundiyê û Peymana Stenbolê niqaş hatin kriin. Piştî niqaşan Hevşaredara Seravê ya  HDP'ê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Caziye Duman axaftineke kurt kir.    Caziye wiha got: " Em dibînin ku îqtîdarên heyî li jinên ji bo mafên xwe têdiloşin  tundiyeke çawa dikin.Tundî ji bo jinê ne qeder e. Zîhniyeta mêr a ji têkoşîna jinê ditirse naxwaze jin bibe xwedî gotin û li mafê xwe xwedî derê.  Em jin mafdar in û di nava civakê de xwedî maf in."   Çalakî bi stran û çepikan bi dawî bû.