Malbata Evînê polîsên gule bera keça wan dan gilî kir 2020-11-03 13:42:24   BEDLÎS - Tedawiya Evîn Kanli ya ku ji aliyê polîsan ve hat gulebarankirin dewam dike. Fatma Kanli polîsên gule bera keça wê dan gilî kir.   Li Kuçeya Kumbetê ya Norşîna Bedlîsê di 27'ê Cotmehê roja çarşemê de hatibû îdiakirin ku polîsan Evin Kanli bi giranî birîndar kirin û Ferit Kanli jî ji nigê wî birîndar kiribûn. Rewşa Evîna ku li Nexweşxaneya Tetwanê ya Bedlîsê tê tedawîkirin giran e. Têkildarî bûyerê ekîbên jendermeyê yên Norşînê hatin mala Evînê û îfadeya Fatma girtibûn. Fatmayê da zanîn ku ew ê gilî bike.    Fatmaya ku piştre derbasî nexweşxaneyê bû ji bo Evînê got "Niha xwesteka min ew ku keça min çavên xwe veke. Em mexdûr in û em ê dev ji vê bûyerê bernedin. "