TJA bi kampanya 'Em xwe diparêzin' amadekariya 25 Mijdarê dike 2020-11-03 11:29:17 Safiye Alagaş AMED - TJA  wê strarta bernameya 25'ê Mijdarê di 8'ê mehê de bi meşekê bide. Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku ew ê çalakiyên kampanya 'Em xwe diparêzin' û yên 25'ê Mijdarê bi hev re bidin meşandin û got , "Wê jin li her derê bin."   Tevgera Jinên Azad (TJA)  ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Tundiya li Ser Jinê dest bi xebatên bernameyeke berfireh kir. TJA'ya ku wê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de starta çalakiyên xwe bide aşkera kir ku wê hem çalakiyên 25'ê Mijdarê û hem jî yên kampanya "Em xwe diparêzin' bi hev re bide meşandin.    Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn a ku bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê ragihand diyar kir ku ew ê van çalakiyan û yên kampanya "Em xwe diparêzin" bi hev re bidin meşandin. Zelalê got ku ew ê xebatên xw e li ser bingehê parastina rewa bigirin dest û got, "25'ê Mijdarê rojek ji rojên  ku li tevahiya cîhanê jin tên gel hev, derdikevin qadan, li dijî pergala mêr serî radikin û nasnameya xwe diparêzin e. Me jî hem di çarçoveya kampanya xwe de û hem jî ji bo ku em wateya 25'ê ji jinan re ragihînin gelek çalakî plan kirine."   'Em li dijî pergalê parastina rewa pêşve dibin'   Zelalê diyar kir ku "Kampanya Em xwe diparêzin" divê tenê wekî parastina bedenê neyê destgirtin û di heman demê de vê wekî parastina ziman, çand, perwerde, xweza, huner û jiyanê û bi vê re parastina îdeolojîk digirin dest. Zelalê got ku ew di nava pergaleke ku zarokên wan di temenekî biçûk de tên asîmîlekirin de dijîn, li dijî vê pergalê parastina rewa dikin û wiha berdewam kir, "Ji bo vê  ew ji mala xwe de dest pê dikin û bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin.  Li her cihê ku zindiyek lê be êrîş heye .Xweza tê talankirin. Lawir ji xwezaya xwe tên dûrxistin. Li qadên daristanê bi qirkirina tê kirin re xweza tê talankirin û qirkirina lawiran tê kirin.  Li dijî em parastina xweza û jiyana xwe dikin. Li dîjî ferzkirina pergala mêr jin întîhar dikin. Em li dijî vê jî parastina xwe dikin."   'Em ê li daristana meşê pêk bînin'   Zelalê diyar kir ku ew ê  meha mijdarê xwe rêxistin bikin, li dijî şewata daristnan li daristanan çalakiya meşê li dar bixin û ev tişt got, "Li cihekî daristina dişewite û li dijî vê şewatê zîhniyeteke ku bêdeng dimîne heye. Tenê dema ku Deryareş û Deryaspî daristan tên şewitandin dikarin bibêjin 'kezeba  me dişewite'.  Di warê xwezayê de jî cudakariyê dikin. Li dijî vê zîhniyeta cudakar jî em ê li daristanan bimeşin."   'Em ê xwe ji bo 25 mijdarê rêxisitn bikin'   Zelalê got ku ew ê li dijî qirkirina jinan jî bimeşin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ji bo ku em êrîşên li ser destkeftiyên xwe rawestînin em ê bi dirûşma  ' Dest nedin peymana stenbolê' bimeşin û ji bo êrîşa zayendî ya li dijî zarokan jî bimeşin. Em ê çalakiyên xwe li kolan û li taxan li dar bixin û ji bo 25 Mijdarê xwe bi rêxistin bikin .Em ê bi mijarên tecrîd, paergala hevserokatiyê, tundiya li ser jinan û zextên li ser girtiyan  panelan pêk bînin."   'Em ê kampanya û çalakiyên 25'ê midarê bi hev re bimeşînin'   Zelalê got ku jin ji qada civakî tê vekişandin, li qada tayebet tê hepiskirin û bi vê re jî jin ji qada îstîhdamê tên qutkirin .Zelalê êrîşên di çarçoveya şerê taybet de li jinên ciwan tên kirin jî bi bîr xist û got ku li dijî van hemû pêkanînan jin di serhildanê de ne.   Zelalê herî dawî wiha got, "Me bernameyeke ku em çalakiyên xwe yên kampanya û yên di çarçoveya 25'mijdarê de bi hev re rêvebibin amade kir. Em ê di 8' ê Mijdarê saet di 16.00'an bi meşekê starta bernameya xwe bidin. Me ji bo vê meşê jî wekî cih taxa Kaynartepe hilbijart, ji ber ku li wê veguhestina başêr pêk tê .Ew tax niha di hedefê de ye. Civakî bûna taxê di hedefê de ye û şêniyên taxê yên xizan bi vê re bêhtir tên xizankirin. Herwiha di heman dmê de Kaynartepe cihê ku lê fuhuş û firtotina hişbirê zêde ye jî .Em ê meşa xwe ya fînalê jî di 25'm Mijdarê de li Baxçeyên Hewselê pêk bînin. Ji ber ku wêderê jî qadeke ku nahêlin jin lê bi xwezayê re bên gel hev, dixwazin wê qadê jî ji rewşa wê ya xwezayî dûr bikin û ev cihê ku mîraseke çandê ji xwe re kirine hedef. Ji bo ku em Hewselê biparêzin em ê li her cihê ku zîndî lê hene biparêzin. Em ê bi dirûşma 'Hûn nikarin tu cihî qetil û tune bikin'  di 25'ê Mijdarê de li Hewselê bin."