27 malbatên êzidî vegeriyan gundê xwe: Em dikarin parastina xwe bikin 2020-11-03 09:08:16   Almas Nayif - Viyan Said   ŞENGAL - Piştî 6 salan êzidî niha yek bi yek vedigerin cih û warê xwe. 27 malbatên ku bi fermanê re gundê Siba Şex Xidir terk kiribû niha vegeriyan gundê xwe. Şêniyên gund banga vegera êzdiyan kir û gotin: "Ligel zor û zehmetiyan jiyana li ser axa mirovan cudaye. Em ê li vir jiyanek avabikin û parastina xwe jî bikin."   Piştî 6 salan ezidiyên li Şengalê dijîn ligel zor û zehmetiyan carek din berê xwe didin cih û warê xwe. Êzidiyên ku li wargehên penaberan ên Herêma Federal a Kurdistanê de dimînin êdî vedigerin Şengalê. Bi vegerê re gelek pirsgirêkan re rûbirû man lê ji bo wan vegera li ser axê girîn e. Piştî gunde Tilizer û niha jî 27 malbat vedigerin gundê Siba Şex Xidir a Şengalê. Şêniyên gund derbarê vegera xwe de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.    'Em ê carek din Şengalê avabikin'   Edlan Omer xelkê gundê Siba Şex Xidirê yê 28 roj in vegeriyane ser axa xwe û li vir carek din jiyanek nû ji xwe avadikin. Edlan, diyar kir avakirina jiyanek nû gelek zehmet e û got: "Jiyan li ser axa mirovan xweş e. 6 sal beriya niha ji ber fermanê me gundê xwe terk kir û me dûrê gundê xwe jiyana xwe didoman. Em hertim li cihekî diman. Dema mirov bi xwe neke kesek ji me re nake. Piştre me biryar da û em hatin ser axa xwe."   Edlan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser zehmetiyan û wiha axivî: "Niha em hewl didin ku xaniyên xwe avabikin û kêmasiyên xwe temam bikin. Li vir pirsgirêka herî sereke av û kehrebe (ceryan) ye. Niha Meclîsa Gel û şaredarî alîkariyê didin me û pewîstiyên rojane didin. Em gelek zehmetiyan dijîn lê belê dê bên çareserkirin. Niha li vir dibistan û nexweşxanê nîne. Em dixwazin zarokên me biçin dibistanê. Her wiha niha zivistan tê û divê em xwe ji zivistanê re amade bikin."   Edlan, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li hikûmeta Iraqê kir: "Divê niha hikûmeta Iraqê xwedî li erka xwe derkeve û alîkariyê bide Êzidiyan. Heke dibêjin 'hûn welatiyên me ne' bila peywîra xwe pêk bînin. Her wiha ligel vê jî divê Êzidî ligel her tiştî vegerin ser axa xwe. Bi hatina êzidiyan re em dikarin carek din Şengalê avabikin."    'Em dikarin parastina xwe bikin'   Neîma Faris jî ji gundê Siba Şex Xidirê ye û kêyfxweşiya xwe ya vegera Şengalê anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di aliyê ewlehiyê de metirsiyêk li ser me nîne. Em li vir rehetin. Ji bo Êzidiyan kefxweşiya herî mezin ew e ku gel bi hev re vedigerin ser axa xwe. Bila êzidiyên ku li wargehan dimînin vegerin ser axa xwe û gunde xwe. Bila kes nebejê ewlehî nîne. Ji dema fermanê zedetir ewlehî heye. Em edî tu carî natirsin ji ber zarokên me parastina me dikin."   Neîm, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirgirêkên gund û got: "Li vir pirsgirêka sereke av û kehreb e. Lê belê hemû pirsgirêk dikarin bê çareserkirin lê tenê tişta herî girîng jî vegera li ser axê ye. Niha şaredarî alîkariyê dide. Niha ji ber ku em ber bi zivistanê ve diçin divê em xaniyên xwe avabikin û em ê avabikin jî. Ez bang li êzidiyan dikim ku bila vegerin ser axa xwe. Her wiha em dikarin parastina xwe jî bikin."