Hîva Erebo: Kongre ji bo me pêngavek nû ye 2020-11-03 09:05:14   Viyan Berxwedan    QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Hîva Erebo nexşereya Kongreya 8'emîn a Kongreya Star ku di 20'ê Cotmehê de hatibû lidarxistin nirxand û wiha got: "Kongre ji bo me pêngaveke nû ye, erka me ya sereke ew e ku em parastina deskeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û mîrasên şehîdan yên ku ji me re hiştine, bikin."   Kongreya Star di 20'ê cotmehê de bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê mîsoger bikin" bi tevlîbûna 300 delegeyan kongreya xwe li dar xist û biryarên girîng di kongreyê de hate girtin. Têkildarî encama kongreyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Hîva Erebo nirxandinên girîng ji ajansa me re kir.   'Jinên cîhanê îlhama xwe ji şoreşa jinê digirin'   Hîva di destpêka gotina xwe de diyar kir ku kongreya wan bi awayekî serkeftî hate lidarxistin û wiha got: "Kongreya me di pêvajoyek hesas de hate lirdarxistin, ruxmê êrîş li hember herêmên me hene lê bi tevlîbûna gelek jinan kongreya me pêk hat. Beriya kongereyê gelek amadekariyên mezin hebûn û kanton bi kanton pêvajoya niqaşê dest pê kir. Bi pêvajoya avakirina Kongreya Star heta niha sal bi sal tecrubeyên gelek mezin hatin girtin û xwe ji nû ve ava kir û rêxistinbûna xwe berfireh kir. Her wiha nebesiyên ku hatine jiyîn ezmûnek mezin ji wan hatine bidestxistin. Di pêşiya Rêxistina Kongreya Star de gelek karên girîng hene, her wiha heta astekê nîqaş jî li ser çêbûn. Pêvajoyek girîng a du salan li pêşiya me ye. Îro jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyê siyasî, leşkerî,civakî û dîplomasîyê de pêşengtiyê dike. Her wiha jinên cîhanê îlhama xwe ji şoreşa jinê digire. Ji bo wê me nexşerêya  du salan danî pêşiya xwe. Di nava van du salan de em ê bi taybet di aliyê rêxistinkirana civakê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurtir bikin."   'Navê tundiyê dagirkerî ye'     Hîva di dewama gotina xwe de behsa tundiya li ser jinê kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Mijara herî girîng yek jî perwerde ye. Tiştê herî girîng ji me re bimîne perwerdekirina civakê ye. Di van demên dawî de  ambargo li ser herêma me heye û di nava civakê de tiştan bi xwe re derdixîne. Her wiha di aliyekî din de jî tundiya li ser jinê dewam dike, dibe em behsa şoreşê bikin, lê em çavên xwe jî li hember van tundiyan nagirin. Her wiha pirsgirêka civakê jî heye, ji ber em behsa zîhniyeta hezaran salan dikin û diyar e ku dê heta çend salan jî dawî li vê zîhniyetê neyê. Her wiha di kongreyê de nîqaş di derbarê şêwazên pêşîlêgirtina hemû tundiyan hate kirin. Her wiha navê vê tundiyê jî dagirkerî ye. Di şer de gelên me yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn û em vê pirsgirêkê pirsgirêka xwe dibînin, ji bo vê em berxwedan û têkoşîna ji bo vegera gelê me ya li ser axa xwe yek ji armancên herî girîng û esasî dibînin. Li dijî hemû tundî û êrîşan em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin."   'Armanca me çalakkirina komîteya siyasî ye'   Hîva bal kişand ser kêmasiyên jiyane û wiha domand: "Her wiha hin lawaziyên me di aliyê xwebirêxistinkirinê de tên jiyîn. Kongreya Star di gelek xebatan de pêşengtî kir. Ji wan yek jî Rêveberiya Xweser e. Hin beş hene ku bi temamî nehatine birêxistinkirin. Yek ji wan beşan a zarokan e, lê niha me komîteyek zarokan ava kiriye û wê ev komîte xebatên nû ya zarokan bikin. Her wiha ji bo karê Ekolojîyê xebat hate kirin, lê weke Kongreya Star di aliyê hişyarkirina civakê de em kêm man. Beşa avakirina komîteya siyasî ya ku hatibû birêxistinkirin bi temamî rola xwe neliyistibû, lê hedefa me di kongreyê de yek jî çalakiya komîteya siyasî ye. Her wiha komîteya dîplomasîyê yan jî komîteya têkilî û îtîfaqê heta cihekê rol leyîst, lê belê bi rastî jî jinên ku cihê xwe di partiyên siyasî de digirin, ji bo asta wan pêş bikevin dê akademiya siyasî were vekirin. Di xebatên Kongreya Star de di aliyê rêxistinkirina ragihandinê de jî biryar hatin girtin.Her wiha lawaziyên ku hatin jiyîn ji bo ku werin derbaskirin li ser hat rawestandin. "    'Kongre ji bo me pêngaveke nû ye'   Hîva bal kişand ser biryarên ku di kongreyê de hatine girtin û wiha dom kir: "Di kongreyê de 7 kes weke koordînasyon hatin hilbijartin, di nava vê koordînasyonê de karbeşî hate çêkirin. Biryarên ku di kongreyê de hatine girtin gelek girîng bûn. Ji wan mîna azadiya Rêber Apo, malbatên şehîdan, rêxistinkirina jinan û hwd gelek biryarên cihêreng hebûn. Her wiha ji wan biryaran beşa aboriyê pir girîng e, ji ber jin di aliyê aborîyê de têngasiyê dibînin. Meclisên Kongreya Star jî wê li gor hejmara beşan bên rêxistinkirin. Lawaziyên ku hene em ê li gor du salên pêşiya me bi van biryaran xurt derbas bikin. Em parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û mîrasên şehîdên xwe weke erka xwe ya sereke dibînin. Xebatên ciwanan jî beşek pir girîng e û em beşeke girîng a xebatê xwe dibînin. Dê di dema pêş de xebatên me yên stratejîk wê derkeve pêş. Piştî kongreyê xebatekên ji nû ve wê bê destpêkirin. Kongre ji bo me pêngaveke nû ye, ji bo wê xebat nû hatine destpêkirin û ji bo biryar pêk werin wê hemû jin li ser kar bin."   'Zagonên jinê pêşî li pirsgirêkên civakê girt'    Hîva di dirêjahiya gotina xwe de zagona jinê nirxand û wiha pê de çû: "Yek ji gavên herî girîng di şoreşa me de derket holê derxistina zagona jinê bû. Em dixwazin aliyên siyasî û exlaqî di nava civakê de zindî bigirin. Bi perwerdekirina jinan û civakê em ê bikaribin van zagonan bikin jiyanî. Di dema borî de di nava civakê de gelek binpêkirinên jinan derdiket holê, lê bi derxistina zagona jinê di aliyê êrênî de bandor li ser civakê çêbû. Zagonên ku hatine derxistin pêşî li pirsgirêkên civakê girt. Her wiha pirsgirêka pirzewacê piştî zagona jinê bi asteke bilind çareser  bû. Pirsgirêka zewaca temenê di biçûk de him ya jinan him jî ya xortan heta astekê pêşî lê hatiye girtin, lê mixabin heta niha jî heye. Bi van qanûnan pêşî li gelek tundiyan hate girtin, lê ne ya her tiştî. Weke Kongreya Star rola me ya di rûniştandina van zagonan de heye, lê ne tenê wek zagon em ê bikin têhiştinek di nava civakê de û bibe şêwazek ya jiyanî. Kesên ku van zagonan pêk bîne em dixwazin di aliyê zanistîyê de bigirin dest. Lê ev têkoşîneke  demdirêj e, di nava du salan de ev pirsgirêk hemû xelas nabin, ji ber pirsgirêkên civakê gelek sedemên wê hene û gelek êrîşên cihanî û birdozî li ser mirovan heye. Di warê teknîkê de jî divê xebateke mezin bê kirin. Ji bo em bikaribin tundiya ku heyî û têgihêştinên ne rast yên ku di nava civakê de heyî rast bikin xebatekên girîng û berfireh di pêşiya me de ye. Weke Kogreya Star jî biryardariyeke me ya xurt heye ku em li hember van têgihaştinan bisekinin."   'Hevrîn û Zehra bi rihê xwe di kongreyê de amade bûn'   Hîva herî dawî bal kişand ser rêxistinbûna jinan û wiha bi dawî kir: "Xebata ku bi salane tên meşandin bingehek baş di nava civakê de çêkir. Baweriya civakê bi xebatên Kongreya Star çêbû. Kongreya Star rola mejî di hemû xebatên jinan de dileyîze. Kongreya Star xebatek mezin ji bo pêşengtiyê û amadekirina civakê de wekî erk digire ser milên xwe. Herêmên ku hatine rizgarkirin, veguhestina tecrubeyên me, ji bo wan herêman girîng e. Ji bo em xwe di rêxistinkirina tevahî beşên civakê de bi rêxistin bikin xebatên girîng tên meşandin. Em di aliyê neteweyî de xwe xwedî rolek mezin dibînin. Di nava Kongreya Star de beşên nû hatin avakirin û erkek berfireh, giran û girîng li pêşiya me ye. Ji bo pêvajoya pêşiya me em dizanin ku tehdît li ser herêmên me hene û em bi şer rû bi rû ne, ew îhtîmal jî li pêşiya me heye.  Li ser esasê parastinê, em jinan û civakê li ser rastiya şerê gelê şoreşger amade dikin. Sembola berxwedanê Hevrîn û Zehra bi rih û helwestên xwe di kongreya me de amade bûn. Li ser van esasan di dema pêşiya me de em him ji bo xwe biparêzin him jî mezinkirina rêxistinê amadekariya me hene."