'Jin ji hemû şerd û mercên jiyanê yên zehmet re dibin bersiv' 2020-11-03 09:01:10   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Şikriya Mihemed a ji bo amadekariya demsala zivistanê rîçalê kundiran her sal çêdike da zanîn ku demsala zivistanê zehmet e loma ew her sal amadekariyên xwe dikin û wiha got:"Dema ez amadekariya demsala zivstanê dikim, zivistan xweş û geş dibe."   Bi hebûna jinan mal û jiyan zindbî dibe û kedeke mezin tê dayin. Yek ji jina ku vê keda mezin dide Şikriya Mihemed e. Jina bi navê Şikriya Mihemed a 49 salî ye û ji taxa Til Hecerê ya bajarê Hesekê dijî ji bo amadekariya zivistanê rîçalê kundiran çêdike. Şikriyayê ji ajansa me re behsa amadekariyên xwe yên zivistanê kir.    'Jin ji hemû şerd û mercên jiyanê yên zehmet re dibin bersiv'   Şikriya teqez kir ku dema jin di malê de hebe, jiyanê diafirîne û ji bo hemû şerd û mercên jiyanê yên zehmet dibe bersiv û wiha domand: "Pêwistiya her malbatekê bi amadekariya demsala zivistanê heye, da ku demsal bi xweşî û bê astengî derbas bibe. Her zindiyek ji bo demsala zivistanê kar û amadekarîyê dike. Wekî mînak em bidin morî gelekî jêhatîn e û amadekariya demsala zivistanê dikin. Mala ku dayik tê de hebe ew mal bi bereket e û ji bo pirsgirêkên jiyanî dibe bersiv û hêza çareseriyê."   'Ji bo demsala zivistanê rîçalê kundiran çêdikim'   Şikriyayê da zanîn ku ji bo demsala zivstanê rîçalê tirî, dimsa îsotan, dimsa bacanan û bamî çêkiriye û wiha pê de çû: "Me gelek erzaq ji bo zivstanê amade kiriye. Îro jî ez rîçalê kundiran çêdikim, zarok jî pir jê hez dikin. Min kundir kirî û li malê hûr kir, xist nava kireçê heta roja dinê, paşê li ser agir bi şekir  û avê re keland da ku amade bibe."   'Bi keda destan tama her xwarinekê xweş e'   Şikriyayê diyar kir ku tama xwarinan bi keda destan xweştir e û wiha got: "Tiştek wekî karê destan xweş tune ye, dema mirov bi keda destên xwe xwarinekê çêdike û taybet li ser agir be bi tam û xweştir e. Dema ku ez erzaqên zivistanê amade dikim, giranî didim paqijiyê. Di heman demê de dermanê tenduristiyê ye. Ez her zivistan bi destên xwe erzaqên xwe amade dikim û zarokên xwe jî wiha mezin dikim da ku hînî tiştên amade nebin. Her wiha ez amadekariya benî dikim, ji ber di zivistanê de di her malekê de benî heye. Ez bang li tevahî jinan dikim ku bi keda destên xwe amadekariya zivistanê bikin, ji ber bi keda destan tamê her xwarinekê xweş e."