Li Helebê brûskê li zarokekî 14 salî da 2020-11-02 15:39:30   HELEB - Di encama barîna baraneke dijwar de brûskê li zarokekî 14 salî yê bi navê Mahîr Hesen ê ji Helebê da û niha rewşa wî pir xeter e.   Îro di saetên sibehê de di encama barîna baraneke dijwar de brûskê li zarokekî 14 salî yê bi navê Mahîr Hesen ê ji Helebê da û Mahîr bi giranî birîndar bû. Mahîr dema ku li gundê Pinû yê ku dikeve taxa Şiqeyêf ê girêdayî bajarê Helebê û li per bez bû, birûsk lê dide. Niha Mahîr rakirine nexweşxaneye bajarê Helebê.    Têkildarî naskirina rewşa zarokê bi navê Mahîr, Hemşîreya bi navê Cûd Ehmed ji me re axivî û wiha got: "Birûskê li zik û serê wî daye û niha rewşa Mahîr gelek xeter e.  Dile wî lê dide, lê mejiyê wî bi temamî hatiye sekinandin.  Em ê niha li rewşa mejiyê wî baldar bin, bê çiqas dê rewşa wî baş bibe."