Derbarê 25'ê Mijdarê de li Pirsûsê daxuyanî hat dayîn 2020-11-02 15:38:37   RIHA - TJA'yê bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Pirsûsê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kirin ku dê li dijî şîdet û kuştina jinan li qadan bertekên xwe bînin ziman.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li Pirsûsê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîdeta li Hemberî Jinê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek dan. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu û Remziye Tosûn û hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk tevlî daxuyaniyê bûn.    Ayşe Surucu, di daxuyaniyê de axivî û got: "Dê heta 25'ê Mijdarê li qadan bin. Dê li dijî şîdet û kuştina jinê li qadan dengê xwe bilind bikin. Em carek din dibêjin dê têkoşîna bidome."   Piştî daxuyaniyê jinan çû serdana esnafên navçeyê û li kolanên navçeyê derbarê kampanyaya "Em xwe diparêzin" de biroşûr belavkirin.