'Divê PDK aqûbeta zarokên me aşkera bike' 2020-11-02 13:07:08   Selma Oremar   MEXMÛR - Malbatên ku zarokên wan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine girtin, banga serbestberdana zarokên xwe kirin û gotin: "Zarokên me ji bo debara malbatên xwe  ji neçariyê birêya qeçax berê xwe dan Hewlêrê. Lê belê li vir jî bi bêbextiya PDK'ê re rûbirû man û hatin girtin. Em ji ber zilma dewleta tirk hatin li vir lê niha jî PDK zilmê le me dike. Em vê zilmê qebûl nakin."    Ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) salek û nîve berdewam dike. Bi amborgoyê rewşa aboriya penaberan berbi têkçûnê ve diçe. Karker û xwendevan piştî ambargoyê nekarin biçin Hewlêrê. Rojên borî Komîteya Kar û Barên Derve ya Mexmûrê daxuyanike da û diyar kir ku di nava mehekî de herî kêm 20 şêniyên wargehê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve li Hewlêrê hatine girtin.    Penaberên ku ji bo debara malbatên xwe bi rêya qaçaxî berê xwe dabûn Hewlerê li vir ji hêla hêzên PDK'ê ve hatin girtin. Malbatên kesên ku hatine girtin bertek nîşanî helwesta PDK'ê dan û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. Malbatan xwestin PDK aqûbeta kesên ku hatin girtin aşkerabike.    ‘Me tu agahî ji zarokên xwe negirtin'    Qeder Salih û Zîlan Salih dû xwişkên hev in ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine girtin, dayika wan Xerîç Hevlerî debarê girtina zarokên xwe de wiha axivî: "Ev nêzî mehekêye me qet xeber ji zarokên xwe negirtiye, dema ku zarokên me hatin nasnameya xwe biguherînin û cardin vegerin li ser karê xwe ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine girtin. Ji roja hatin girtin heta niha me qet xeberek negirtiye.”   ‘Ji neçariyê berê xwe dan Hewlêrê'    Xerîç bal kişand li ser helwesta PDK’ê ya li ser Mexmûrê û got: “Em ji ber zilma dewleta Tirk hatin başûrê Kurdistanê lê îro jî PDK'ê zilmê li me dike. Ev salek û nîve hikûmeta PDK’ê amborgo daniye ser Mexmûrê. Kesê ku bixwaze kar bike û debara mala xwe bike bi rêyên qaçax diçin Hewlêrê. Lê hêzên PDK’ê kesên ku diçin dixebitin girtin û heqaretê li wan kirin. Lê kesên ku li vir dijîn mecbûrin ji bo debara xwe bikin bi rêya qeçax biçin. Ez bang li sazî û dezgehên mafên mirovan dikim ku xwedî li zarokên me derkevin. Ji roja ku zarokên me hatin girtin heta îro me tu agahî negirtiye. Her wiha cih nemaye ku me pirs nekiriye. Em nizanin rewşa zarokên me çawa ne? Komîteya Kar û Barên Derve jî di nava hevdîtinan de ne lê belê komîte jî bê bersiv man. Em nikarin biçin bajêr pirsa zarokên xwe bikin. Ez carek din bang li saziyan dikim xwedî li penaberan derkevin."    ‘Ciwanên me bi bêbextiya PDK’ê re rûbirû man’   Dayika Ruken Ustun Seyran Ustun jî bal kişand ser rewşa zaroka xwe û wiha bi lêv kir: "Zarokên me dema dixwazin biçin bajêr ji hêla hêzên PDK’ve tên girtin. Ciwanên ku ji ber kar û barê xwe bi rêya qaçax xwestine biçin bi bêbextiyên PDK’ ê re rûbirû man. Ev salek û nivê amborgoya PDK’ê ya li ser Mexmurê berdewame rê nadin nexweş biçin nexweşxaneyan, xwendekar biçin dibistanan û karker jî biçin ser karê xwe. Ev gel mecbûre ku debara mala xwe bike ji ber vê jî bi rêyên qaçax dixwazin herin ser karê xwe."    ‘Ferqa dewleta Tirk û PDK’ê nîne’   Seyranê, diyar kir ku tenê dixwazin agahiyek ji zarokên xwe bigirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo min qet ferqek di navbera PDK û dewleta Tirk nîne. Her dû jî wek hev in. Keça min ji bo karê xwe çû û sûcek wê nîn hatiye girtin. Ji zilma ku hatî kirin re êdî bes e. Daxwaza me ew e ku em xeberek ji zarokên xwe bigrin ka rewşa wan çawa ye? Em niha nizanin ka çi bi serê zarokên me hatiye. Ji ber vê ambargoyê em nikarin pirsa zarokên xwe jî bikin. Em nizanin ka zarokên me ji ber çi hatine girtin. Bila tu bêbextiyan li zarokên me nekin ji ber debara xwe bi rêya qeçax çûne kar û beriya bigihin bajar ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin.”   ‘Em vê zilmê qebûl nakin'    Seyran wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em weke malbat bi wan kiryaran gelek diêşin, divê PDK van rêyan vekin da ku zarokên me bikarin biçin ser karê xwe. Em ji ber zilm û zoriya dewleta Tirk hatine li vir lê belê li vir jî PDK heman zilmê li Mexmurê dike. Em vê zilmê qebûl nakin."