Ligel 83 caran hat binçavkirin jî têkoşîna xwe berdewam kir 2020-11-02 09:06:26   MÊRDÎN - Berdevka Demê Tevgera Jinên Azad TJA’yê Ayşe Gokkan di jiyana xwe de bi qasî 83 caran e han binçavkirin û heya niha di jimarek zêde de doz li ser navê wê hatine vekirin.   Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 30’ê Cotmehê de tevî 13 kesan li Amedê hat binçavkirin. Di dosyayên wan de biryara veşartinê hatibû dayîn lê li gorî agahiyên hatine girtin ew di çarçoveya lêpirsîna ku di sala 2014’an de li Mêrdînê hatiye vekirinê de hatin binçavkirin. Ayşe Gokan tevî 13 kesan di heman rojê de anîn Mêrdînê û dozger heya roja duşemê biryara binçavkirinê derheqê wan de girt.    Ayşe dema li Nisebînê şaredar bû têkildarê wê pêvajoyê bi qasî 200 dosyeyên lêpirsînê hatibûn vekirin. Ango ji derveyî wê di navbera 5 salan de ji bi hinceta “Endamtiya Rêxistinê” ji li bajarên cuda 5 dozên cuda derbarê wê de hatine vekirin. Bi vê girtinê re ji Ayşe Gokkan bi giştî 83 car in tê girtin.   ‘Pêvajoya tê bi rêvebirin ne hiqûqî ye’   Li gorî ahahiyên me ji parêzerên Ayşe Gokkan girtiye, Ayşe tevî girtina xwe ya dawî bi giştî 83 car in hatiye girtin. Di navbera 5 salan de li bajarên cuda bi sucdarkirina “Endamtiya Rêxistinê” re 5 dozên cuda hatiye vekirin. Dozên ku li Dîlok, Amed û du jî li Mêrdînê hatine vekirin. Bi hinceta heman dozin ji aliyê serdozgeriya Dadgeha 9’emîn a Giran a Amedê ve li ser hev hatin komkirin. Tê hêvîkirin ku dosyaya dawî a bi sucê “Endamtiya Rêxistinê” hatiye vekirin ji bi ser wan de were zêde kirin.   Parêzerê Ayşe Gokkan Muharrem Şahîn di axaftinên xwe de got ev pêvajo bi awayek hiqûqî nayê meşandin û wiha berdewam kir: “Heman mirov di heman demî de li bajarên cuda çawa endamtiya rêxistinê dike. Doza ku bi vê sucê li Mêrdîn, Dîlok û Amedê hatine vekirin ji aliyê serdozger ve ji watedar nehat û ji ber wê sedemê li ser hev hat komkirin. Em bawerin ku wê vê dosyeya dawî ji li ser wan were zêde kirin. Ev ye nayê qebûl kirin. Li Nisêbînê ji bi sedan dosyayên wê hene.”