'Ji bo azadiyek mayînde pêwîst e ev tecrît bê rakirin' 2020-11-02 09:05:14   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dayikên Şirnexî, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ji bo azadiyek mayîn de pêwîste ev tecrît bê rakirin. Her wiha dayikan destnîşan kir ku bi girankirina tecrîdê re şer jî giran bûye.     Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye û ji 20'ê Tirmeha 2011'an heta niha di bin şertên giran yên tecrîdê de tê girtin, bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Her wiha li Kurdistan û Tirkiyê jî bi girankirna tecrîdê re şer û pevçûn her ku çû kurtir bû. Dayikên Şirnexî, têkildarî mijarê bertekên xwe anîn ziman û gotin ku ji bo azadiyek mayîn de pêwîste ev tecrît bê rakirin.   Dayika 44 salî Şadiye Bîlîr, tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got bi girankirina tecrîdê re pirsgirêka Gelê Kurd jî zêdetir bû. Şadiye, da zanîn ku tecrîda girankirî bandorê li ser tevahiya gel kiriye û wiha got: "Tecrîda ku li ser Serok hatiye girankirin divê demildest bê rakirin. Ev tecrît bandorê girtiyan, jinan û gel dike û pêwîst e ev tecrît bê rakirin. Ji bo tecrît were rakirin divê em dengê xwe bilind bikin û dest bidin destên hev. Ger ku em bibin yek em ê tecrîdê bişkînin. Her çiqas tecrîd giran dibe êrîşê me û xwezaya me dikin. Çiyayên me tên bombebarankirin, zarokên me tên qetilkirin û dayikên me tên girtin. Ji bo hêstirên çavên dayikên me bisekinin pêwîst e tecrît were rakirin. Serokên hemû gelan ligel gelê xwe ne, çima Serokê me ne ligel me ye? Divê Serokê me bi gelê xwe re be. Heta kengî ev tecrîd dê berdewam bike? Em dibêjin êdî bes e. Ji bo azadiyek mayîn de divê tecrît bê rakirin."   ‘Tecrît îro li hemû girtîgehan belav dibe'   Dayika 50 salî Fatma Oget jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan 21 sal in bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha pêlda axaftina xwe: "Divê azadiyek mayîn de were avakirin. Ji bo azadiyê divê tecrît were rakirin. Tecrîda girankirî ji ber berjewendiyên xwe ranakin. Îro hemû  kes li pey berjewendiyên xwe ye. Em destûrê nedin ku me bixapînin. Em ê bi hev re tecrîda li ser Serokê xwe rabikin. Bi girankirina tecrîdê re dixwazin me kurdan tune bikin. Ji ber tecrît tê girankirin, komkûjiya li dijî jinê jî zêde dibe. Tecrîda girankirî dibe sedema bêbawerî û zêdebûna pirsgirêkan. Em dixwazin tiştên xweş bên jiyîn. Em azadiyê dixwazin û azadiyê diparêzin. Em êdî naxwazin ku komkûjî bên jiyîn. Ji bo rakirina tecrîdê pêwîste  gelê kurd bibe yek. Tecrît îro li hemû girtîgehan belav dibe."   ‘Bi girankirina tecrîdê re şer jî zêde dibe'    Kudret Oget jî daxuyakirin ku ew zilm û zordariya li dijî kurdan tê kirin qebûl nake û ev tişt got: "Divê tecrît demildest were rakirin. Ji bo rakirina tecrîdê divê hemû gelê kurd ligel hev be û dengê xwe bilind bike. Divê ev zilma bi salan êdî bi dawî bibe. Bi girankirina tecrîdê re şer jî zêde dibe. Her roj çiya û bajarên me tên bombebarankirin. Em naxwazin zarokên me bên kûştin. Bila tecrît bi dawî bibe."   ‘Ger tecrît bê rakirin dê azadî bê'   Dayika 50 salî Asya Tokay jî bang li gel kir ku li hember tecrîdê bibin yek û dengê xwe bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em vê tecrîda girankirî şermezar dikin. Ev bi salanin tecrîda tê meşandin tu carî nayê qebûl kirin. Serokê hemû gelan heye. Serokê me kurd an jî heye. Serokê me di bin tecrîdê de tê girtin û em vê qebûl nakin. Em li hember hemû Serokan hurmetê nîşan didin, lê ew hurmetê nîşanê Serokê me nadin. Tecrîda li ser Serokê me bandorê li gel jî dike. Ger tecrît berdewam bike dê tim çiyayên me bên bombebarankirin û mirov bên qetilkirin. Ji ber ku dayik azadiyê diparêzin ji dayikên me ditirsin. Dayik tu carî tiştên xirap naxwazin. Divê mirov ji dayikan netirse. Daxwaziyek me heye ew jî azadî ye. Ji ber ku dilê me dişewite. Ger tecrît rabe dê azadî bê."