Mexmûrî Roja Cîhanê ya Kobanê pîroz kirin 2020-11-02 08:46:22   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê roja Cîhanê ya Kobanê bi meşeyek girseyî hat pîrozkirin.   Bi boneya roja Cîhanê ya Kobanê, şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşek girseyî ev roj pîrozkirin. Meşa ku li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kirî posterên Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ û wêneyê Şehîd Arîn Mîrkan hatin bilindkirin. Ev meşa girseyî heta parka Şehîd Aryen Cûdî berdewam kir.    Li ber deriyê parqa Şehîd Aryen Cûdî li ser girîngiya rojê axaftin hat kirin. Destpêkê ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Axaftin ji aliyê  Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat kirin.   Fadîle, derbarê girîngiya rojê de wiha axivî û got: "Di Kobanê de hêza qirêj û Erdogan û hevkarê wî li Kobanê têk çûn. Divê em berxwedana leheng û gelê xwe yê Rojava ji bîr nekin. Ji ber şagirtên Rêber Apo canê xwe fedayî gelê xwe kirine. Di şexsê Arîn Mirkan, Avestayan, Zehra Penaber, Gelhat û tevayî şehîdên Rojava û qehremaniya gelê meyê Rojava de me serxist Kobanê bû roja aştî ya cîhanê. Çawa ku roja 1’ê Mijdarê bû roja Kobanê divê cîhan vê rastiyê bibine û xwedî lê derbikeve. Ji ber xwîna tevayî ciwanên cîhanê li Kobanê bûye yek, da ku mirovatî bi ser bikeve. Ji bo aştî aramî pêk were her kesê berê xwe da warê azadiyê. Em vê roja cîhanê ya Kobanê em di serî de li mîmarê azadiyê Rêber Apo, tevayî girtiyên azadiyê, şervanên ku li çeperên azadiyê li ber xwe didin û li Gelê Kurd pîroz dikin.”    Piştî axaftinan pîrozbahî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre Îxanet’ bi dawî bû.