Li Şehbayê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekê hat pîrozkirin 2020-11-01 17:29:19   ŞEHBA - Meclîsên kampa Berxwedan û Serdemê ya Şehbayê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê meşek li her du kampan li dar xistin.   Ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê Meclîsa Kampa Berxwedan û Serdemê ya Şehbayê meş li her du wargehan li dar xistin. Di meşê de şêniyên her du kamapan amade bûn.  Wêneyên komkujiyên ku dewleta tirk derheqê kurdan de pêk anîn û pankertên bi nivîsa "Kobanê bi xwîna şehîdên xwe Firat xemiland","Li Kobanê dîrok ji nû ve tê nivîsandin" û "Kobanê qêrîna azadiyê ye" hildan. Her du meş ji dest pêka kampan bi dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê","Bijî berxwedana Rojava" di nava kampan de domkir û heta gihîşt qada hevpar a herdû kampan berdewam kirin.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, li kampa Berxwedanê Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Henan Sîdo  axivî ûwiha got: "Roja Kobanê ya Cîhanê li Rêber Apo û li tevahî pakrewanên azadiyê pîroz dikim. Berxwedana Kobanê bû dengê gelê azadîxwaz û demokrasiyê. Li ser destê hêzên YPG/YPJ’ê çeteyên DAÎŞ'ê hatin têkbirin."   Her wiha li Kampa Serdemê jî daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî  ji aliyê Endama Meclîsa Kantona Efrînê, Leyla Heftero ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê, serkeftina ku bi berxwdana lehengan û efsaneyên ku di dîrokê de hat nivîsandin , ji bo parastina xeta şarstaniya demokratîk bû. Em vê serkeftinê li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Dixwastin bi dagirkirina Kobanê destkeftiyên Şoreşa Rojava û nirxên wê binpêk bikin. Nêzî salek û nîv e dorpêç li ser Kobanê heye. Lê bi berxwedana dîrokî ya şehîd Arîn Mîrkan pilanên hêzên hegomanîk têk çûn, xeta şaristaniya demokratîk hat avakriin. Banga me ji hemû saziyên mafên mirovan û saziyên ku alîgirê demokrasiyê re ye ku piştgiriya vîn, azadî û berxwedana gelan ên li dijî hêzên dagirker, bikin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.