Mamoste û xwendekarên Til Temirê daxwaza ENKS'ê şermezar kirin 2020-11-01 15:48:28   HESEKÊ - Bi dirûşma "Hebûna çandê bi ziman pêkan e" mamoste û xwendevanên li Til Temirê meşek girseyî li dijî daxwaza ENKS'ê ku daxwaza bila perwerdeya bi kurdî bê rakirin kir li dar xistin.   Bi dirûşma "Hebûna çandê bi ziman pêkan e" mamoste û xwendevanên li navçeya Til Temir a girêdayî bajarê Hesekê, bi meşekê daxwaza ENKS'ê ya rakirina perwerdeya bi zimanê kurdî şermezar kirin. Xwendekaran pankartên bi nivîsa "Hebûna çandê bi ziman pêkan e " û  "Zimanê me rûmeta me ye" hilgirtin. Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan hat despêkirin  û li çarxereya Şehîd Qendîl bi dawî bû. Paşê daxuyanî ji aliyê Berdevka Rêveberiya Xweser a  Dibistanan a navçeya Til Temirê Leyla Simêla ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di cîhanê de her pêkhateyek xwedî ziman, çand û nasname ye, ji bo parastina nasname û hebûna xwe li ber xwe dide û bedelên giran buha dane. Di sîstemên netew dewletan de tenê yek ziman û nasname li ser pêkhateyên dîtir hatiye ferzkirin.  Nasnameyên pêkhateyên din tune hatine hesibandin. Di Şoreşa Rojava de têkoşîn û berxwedaniyek mezin hatiye dayîn û bi hezaran zarokên vê xakê bedel dane ji bo nifşek xwedî nasname, çand û exlaq bidin avakirin. Neqebûlkirina ENKS'ê ji fêrkirina zimanê dayikê şermek mezin e.  Zimanê me hebûna me ye em ê xwedî li nasnameya xwe û zmanê xwe derkevin. "   Paşê Berdevkê Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê Azad axivî û teqez kir ku neqebûlkirina zimanê dayikê neqebûlkirina nasname yê ye, li dijî pêşeroj û zanista zarokên xwe derketin e û got: "Em pilanên tunekirina nasname û hebûna zarokên xwe qebûl nakin, ji bo ku em xewin û xeyalên dapîr û bapîrên xwe pêk bînin me têkoşîn da û bedelên giran dan.  Ji bo avakirina pêşerojek azad û wekhev em van daxwazan qebûl nakin."   Meş bi dirûşma "Ziman hebûn e", "Ziman nasname ye" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.