'Em ê berxwedana rûmetê bi ruhê berxwedana Kobanê bi ser bixin' 2020-11-01 15:35:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajaranê Rojava ev roj bi çalakiyên cur bi cûr tê pîrozkirin. Di çarçoveya van çalakiyan de Kongreya Star daxuyanî da û got ku ew ê berxwedana rûmetê bi ruhê berxwedana Kobanê bi ser bixin    Li ser daxwaza Rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên navdar 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Girêdayî vê rojê li seranserî Rojavayê Kurdistanê ev roj bi çalakiyên cûr bi cûr tê  pîrozkirin. Di çarçoveya pîrozbahiyê de li Kobanê, Heleb û li qamişloyê daxuyanî hatin dayîn û Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin.    Kongreya Star li Qamişloyê daxuyanî d   Bi armanca salvegera îlankirina 1'ê Mijdara Roja Kobanê ya Cîhanê , Kongreya Star a bajarê Qamişloyê daxuyaniyek li goristana Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên sivîl, li dar xist. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Yekîniyên Parastina Jinê hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Hala Faris ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di 1'ê Mijdara 2014'an de hemû gelê cîhanê bûn yek û piştgiriya berxwedana Kobanê kirin. Bi hezaran kes ji hemû welatên cîhanê derketin qadan û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin û bang li dewletên navneteweyî kirin ku dengê xwe bilind bikin û piştgiriya berxwedana Gelê Kurd bikin. Di vê roja dîrokî de, rêxistinên cîhanî daxuyaniyek dan û bi vê daxuyaniyê re 1'ê Mijdarê wekî Roja Cîhanê ya Kobanê îlan kirin. Bi milyonan kes ji hemû dewletên cîhanê bi dirûşma "Seferberiya cîhanî ji bo Kobanê û mirovahiyê" li dijî DAIŞ'ê derkrtin qadan û dengê xwe bilind kirin.  Berxwedana Kobanê berxwdaneke leşkerî û civakî bû, çawa ku Kobanê bi berxwedana xwe bi serket û hemû cîhan tevlî têkoşîna azadiya wê bû em ê berxwedana rûmetê jî bi ruhê berxwedana Kobanê, bi ser bixin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.   Li Kobanê 1'ê Mijdarê hat pîrozkirin   Bi boneya salvegera roja xwedîderketina li berxwedaniya Kobanê ya cîhanî, Meclîsa Kantona Kobanê li qada jina azad daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Endamên Kongreya Star, Rêveberiya Xweser û Partiyên siyasî amede bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Meclîsa Kantona Kobanê Yaman Hemo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Yekîneyên Parastina Jin û yên Parastina Gel bi qehramaniyeke mezin li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û tevahî cîhan ji tarîtiyê parastin. Çeteyên DAIŞ'ê ji 2014'an de û heta niha ji aliyê dewleta tirk ve tên destek kirin, da ku bi hêzên radîkal, hov û bi karanîna ola îslamê desthiladariya Osmaniyan vegerînin. Ew hemû pîvanên mirovî, olî û  cîhanî binpê dike û her demekê berê xwe dide welatekî cuda.  Em ji  kela berxwedanê Kobanê ku hîna di bin zextên çeteyan û yên dewleta tirk de ye bi hevîne. Em dibêjin ku çawa em xwedî li berxwedaniya Kobanê derketin careke din bi hevgirtin û bilindkirina têkoşînê êm êxwedî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedaniya Kobanê" bi dawî bû.   Li Helebê daxuyaniya 1'ê Mijdarê   Bi wesileya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Helebê jî daxuyaniyek li Hola Şehîdan a taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê, bi tevlîbûna endamên sazî û dezgehê sivîl û nûnerên partiyên siyas da. Daxuyanî ji aliyê Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li tevahî cîhanê mirovên azadî û aşîtîxwez rabûn ser piyan û piştgirî dan berxwedana Kobanê ya ku DAIŞ'ê têk bir û berxwedana wan bi serket. Niha jî em dibînin ku Erdogan careke din dixwaze herêmên me dagir bike û guhertina demokrafîk û gelên herêmê yên resen koçber bike. Lê em destûrê nadin vê yekê û em ê heta dawî destkeftiyên ku me bi dest xistine biparêzin û em  amade ne ku ji bo jiyanek aram û azad berxwedana xwe bidomînin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.