‘Kobanê bi berxwedana xwe dîrok nivîsand’ 2020-11-01 14:32:36   AMED - HDP'ê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya xwe ya navçeya Yenîşehirê daxuyanî da û Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a gelan (HDP) bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ber avahiya xwe ya Yenîşehira Amedê  daxuyanî da. Rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan, Rêveberên Partiya Heremên Demokratîk(DBP)  û ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navned navçeyên Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Dervê yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, axivî.   Hişyar diyar kir ku kobanê bi berxwedana xwe di sala 2014’an de ket dîrokê û got: “Dewleta Tirk hertim hewl dide êrîşî destkeftinên Rojava bike.  Lê rewşa Kobanê diyar e. Herkes dizane ku li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin hat dayîn. Lê tu kes dengê xwe dernexist. Niha hê jî li Rojhilata Navîn xwîn diherike. Heke 5 sal berê pirsgirêka kurd bihata çareserkirin wê demê hemû gelên Rojhilata Navîn dê azad bibûna. Lê niha pirsa kurd navneteweyî bûye. Lê divê ev pirs bi diyalogê bihata çareserkirin. Em ê carek din 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin."