Bertekên li dijî binçavkirina Ayşe Gokkan zêde dibin 2020-11-01 11:41:55   WAN - Jinên ku bertek nîşanî binçavkirina Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan dan gotin; "Heta ku jinên bêzar nebin û gavê paşve navêjin hebin, wê îqdîdar di êrîşên xwe de bi ser nekeve."   Ji bo Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku di 30 Cotmehê de di çarçoveya lêpirsina li Mêrdînê hat destpêkirin de hat binçavkirin û 13 kesên di heman lêpirsînê de hatin binçavkirin derbarê wan de 4 roj biryara binçavkirinê hat dayîn. Bertekên li dijî binçavkirinan berdewam dikin û siyasetmedar jî derbarê binçavkirinan de axivîn.   'Jin wekî xeteriya li hember rejîma yek mêrî tên dîtin'    Parlamentera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê êrîşî xeta azadiya jinê TJA'yê dike û dixwaze tasfiye bike.  Konsepteke êrîşê ya li dijî saziyên me di dewrê de ye. Demeke dirêj e ku jinên kurd di hedefa vê rejîmê de ne. Jin hatin qetilkirin û bedena wan hat teşîrkirin. Ji ber ku rejîma yek mêrî jinan ji bo hebûna xwe xeter dibîne.    'Dosyayên berî bi 10 salan tînin ber me'   Dîrayetê diyar kir ku li cihê jin têkoşînê didin rejîma yek mêrî nikare bê sazikirin û wiha berdewam kir;"Ji ber wê têkoşîna jinê di bin xeteriyeke mezin de ye, îqtîdar bi êrîşên li ser jinan re dixwaze projeya 'jina mahqul' bike dewrê. Tevgera jinê ya ku li dijî vê derdikeve dibe hedefa îqtîdarê.  AKP di demên dawîn de bi daraza ku ji bo xwe kiriye ço wekî bazirganan kê li ku çi kiriye, ez dikarim li ku çi bibînim ketiye lêgerînê. Dosyayên berî niha bi 10 salan tîne pêşberî me û dixwaze ku ji bo me sûc peyda bike."   'Wê bi ser nekevin'   Dîrayetê bal kişand ser êîrîşa polîsan a li dijî daxuyaniya derbarê êrîşên li ser TJA'yê de û wiha baredewam kir; "Me wekî TJA'yê xwest em li Wanê daxuyaniyê bidin, lê êrîşî daxuyaniya me kirin. Di heman rojê de kongreya AKP'ê jî hebû û hemû rê li trafîkê girtibûn. Ji ber vê kongreyê ew mabû ku rêya firîna çûkan jî biguherin. Li vî bajarê ku ewqas ewlehiyeke awarte hatibû girtin nehiştin ku em li berderiyê xwe jî daxuyaniyekê bidin û êrîş kirin. Lê divê vê bizanin heta ku jinên bêzar nabin û paşve gavê navêjin hebebin û  têkoşîna jinê hebe wê di êrîşên xwe de bi ser nekevin."   'Wê têkoşîna me bidome'   Hevşedara navçeya Bêgirê ya Wanê Leyla Balkan ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin jî diyar kir ku Ayşe Gokkan sebola têkoşîna jinê ye û got ku şet û merc çi dibin bila bibin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Leyla di berdewamiya axafitna xwe de wiha got;"Kesên ku di fikra ger Ayşe Binçav bikin wê bi me gavê paşve bidin avêtin de ne bila bizanibin ku Ayşeyên me gelek in. Em ê li qadan têkoşîna Gultan, Sebahat û Ayşeyan bidomînin."   'Li TJA'yê xwedî derkevin'   Endama Meclisê ya Şaredariyê ya HDP'ê ya Tuşbayê Ayşe Mînaz jî êrîşên li hemberî TJA'yê şermezar kirin û got; "TJA platformeke ku li dijî tundiya li ser jinê û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan têkoşînê dide ye .Em mecbûr in ku li vê platformê xwedî derkevin. Divê hemû jin xwedî li Ayşe Gokkan derkevin."