Emîne Bulduk: Bila cenazeyê kurê min bidin 2020-11-01 09:11:00   Rojda Aydin   ŞIRNEX - 7 cenazeyên ku li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin, yek jê cenazeyê Naîf Bulduk e. Dayika wî Emîne Bulduk, bertek nîşanî nedayîna cenazeyê da û got: "Bi nedayîna cenazeyan dixwazin em bêtir êşê bikişînin."   Li Şirnexê, cenazeyên 8 HPG’iyan ku dîrokên cuda de di pevçûnên li çiyayên Gabar û Cûdî û herema Dereler a Bestayê de jiyana xwe ji dest dane, mehekî jortir e li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin. Cenazeyan bi hinceta ku encamên testên DNA’yê aşkera nebûne nadin malbatan. Her wiha ji 8 kesan yek jê cezaneya Emîne Başak a HPG’yî bû ku piştî 37 rojan teslîmê malbata wê kirin.    Niha cenazeyê 7 kesan di morgê de tê girtin. Ji van 7 kesan yek jê cenazeyê wî di morgê de tê girtin û di 28’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da ye cenazeyê Naîf Bulduk (Simko Botan) e. Dayika Naîf Emîne Bulduk (48), ji ber ku cenazeyên wan nayên teslîm kirin bertek nîşan da û nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir.    'Li dijî fermanê berê xwe dabû Şengalê'   Emîne, di destpêka axaftina xwe de wiha behsa kurê xwe kir: "Dema kurê min Naîf di 2011’an de tevlî refên azadiyê bû diçû pola yekem a lîseyê. Kurê min nêzî 10 salan li çiyê ma. Di dema fermanê de berê xwe dabû Şengalê. Min herî dawiyê di televîzyonê de kurê xwe dît. Piştre jî min tu agahî jê negirt. Dema navê kurê min di televîzyonê de hat xwendin ez hîn bûm ku kurê min şehîd ketiye. Kurê min en nêzî 10 salan li çiyê bû. Kurê min di 28’ê Îlonê de li Gabarê di encama şerekî de şehît ket."    'Bila cenazeyê kurê min bidin'   Emîne, diyar kir ku tenê cenazeyê kurê xwe dixwaze û got: "Bila berê dereng bibe cenazeyê kurê min bidin. Ez çûm Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û ji bo DNA’yê min xwîn da. Encam hîn derneketine. Ji me re heta niha tu bersivek jî nedane. Dema kurê min çû morgê dît ku cenazeyê du jin û du mêran jî li vir hene. Dît ku birayê wê di nav wan de tuneye bang kirin gotin werin xwînê bidin. Roja din ez çûm Şirnexê ji bo xwîn bidim. Ji me re gotin cenazeyê du kesan defin kirine. Serdozger ji me re got 'Ew hîn venegeriyane û em benda bersiva wan ne' Ez şehadeta kurê xwe di 16’ê Cotmehê de fêr bûm. Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim. Nedayîna cenazeyan tê wateya ku em bêtir êş bikişînin."