'Ocalan bi fikrên xwe ji jinan re bû hêvî' 2020-10-31 17:06:18   STENBOL- TJA'yê di çarçoveya kampanyaya 'Em xwe diparêzin' de bi dirûşma 'Jin tecrîdê dişkînin û jiyanê azad dikin' panel li dar xist. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di panelê de axivî. Leylayê bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û anî ziman ku Abdullah Ocalan bi fikrên xwe ji jinan re bû hêvî.   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyaya 'Em xwe diparêzin' de bi dirûşma 'Jin tecrîdê dişkînin û jiyanê azad dikin' panel li dar xist.Panel li avahiya Rêxistina HDP'yê ya Bagcilar pêk hat û moderatortiya panelê jî Zekiye Îlbasan kir. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz, ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Raziye Turgut wekî axaftvan beşdarî panelê bûn. Hevseroka HDK'ê Îdil Ugurlu, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Elif Bulut, rêveberên HDP'ê û gelek kes beşdarî panelê bûn.    'Tu tiştek li Îmraliyê ne hiqûqî ye'   Di panela ku bi rêzgirtinê de dest pê kir Raziye Turgut bal kişand ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan û got li tu derê dinyayê tiştekî bi vî rengî tune ye. Raziye got:"Tu tiştek li Îmraliyê ne hiqûqî ye. Tevî hemû zextan Ocalan sekna xwe diparêze. Her agahiya ji Îmraliyê tê girtin aştî û aramiyê pêş dixe."   'Tecrîd di şexsê Ocalan de li ser jinan tê kirin'   Piştre Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz wiha got:"Tecrîd di şexsê Ocalan de li ser jinan tê kirin. Qeyrana aborî ya siyasî û gelek pirsgirêk bi tecrîdê girêdayîne. Li Tirkiyeyê tê xwestin diktatortiya yekzimanî, faşîst û yekolî bê avakirin. Jin li dijî vê di nava têkoşînê de ne."   'Rastiyeke têkoşîna jinê heye'   Hevseroka KCD'ê Leyla Guven wiha got:"Tecrîd her dem li ser jinan tê kirin. Lê belê li dijî vê jî rastiyeke têkoşîna jinê heye. Jin gelek carî ne xwediyê gotinekê bûn. Nedihat hiştin ku jin gotinekê bikin lê belê bi felsefeya Ocalan hêviya jinan zêde bû. Me got ger hûn aştiyê dixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin. Em di pêvajoyeke zehmet derbas dibin lê belê ew ê tu tiştek nebe wekî berê. Ew ê di rojên pêşiya me de geşedanên girîng pêk werin."   Piştî beşa pirs û bersivan panel bi dawî bû.