Berteka li dijî girtina Ayşe Gokkan: Em serî natewînin 2020-10-31 16:38:21   RIHA - Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu têkildarî binçavkirina Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan de daxuyanî da û got ew ê ne Ayşe Gokkan ne jî jinên din li dijî êrişan serî bitewînin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî di nav de 14 jin hatibûn binçavkirin. Li Rihayê jinan bi daxuyaniyeke çapameniyê bertek nîşanî van binçavkirinan da   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bi komek jin re li taxa Duger a navçeya Xelîliyê ya Rihayê daxuyanî da. Ayşe, binçavkirinên gelek caran a Ayşe Gokkan bi bîr xist û bang kir ku  Ayşe Gokkan û jinên din ên di bin çavan de bên berdan.    Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeya “Em xwe diparêzin” bi dawî bû.