Bi tilîliyên jinan polîsan paşde gav avêtin 2020-10-31 14:53:52   WAN - Jinên ku xwestin ji bo Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan daxuyaniyê bidin bi êrişa polîsan rû bi rû man. Tevî Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP'yî jinan li çepikan xistin û lîrandin. Bi têkoşîna jinan polîsan gav paşde avêtin û ji ber avahiya HDP'ê vekişiyan.    Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan do di encama biserdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin. Ayşe ku bi çarçoveya lêpirsîna di 2014'an de hat binçavkirin birin Mêrdînê. Li dijî binçavkirina Ayşe Gokkan jinan li Wanê xwestin daxuyaniyê bidin. Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP'yî û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan êrişî daxuyaniyan kirin.    Jinên ku xwestin derkevin derveyî avahiyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dirayeta bi amîrê polîsan axivî da zanîn ku dayina daxuyaniyê ya li ber avahiyê mafekî wan ê hiqûqî ye. Amîrê polîs jî diyar kir ku ew Dirayetê nas nake û ew ê destûrê ji bo daxuyaniyê nedin.   Jinên ku gotin 'hûn mudaxale bikin, bikin' ji aliyê polîsan ve bi êrişê rû bi rû man. Jinan bi çepik û tilîliyên xwe bersiv dan. Polîsan li jinan dan.    Jinan gotin 'Em ê daxuyaniya xwe li derve bikin hûn nikarin me di hundur de hepis bikin'.   Li ser berteka jina polîs ji ber avahiyê vekişiyan.