Jinan li Mêrdinê binçavkirina Ayşe Gokkan şermezar kirin 2020-10-31 13:38:39   MÊRDÎN - Aktîvîstên TJA'yê li Mêrdînê binçavkirina berdevka demê ya TJA'ê Ayşe Gokkan bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin: "Em li hemberî zexdan tu carî paşve gav navêjin."   Binçavkirina berdevka demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li Mêrdinê jî hat şermezarkirin. Aktîvîstên TJA'yê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê kom bûn û li vir daxuyaniyekê dan çapemeniyê. Li ser navê TJA'yê Adile Kizilkaya axivî.    Adîle, diyar kir ku jinên kurd hedef tên girtin û got: "Jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, li dijî qanûnên ku taciz û tecawizê diparêzin, li dijî kuştina jinan û li dijî betalkirina Peymana Stenbolê têdikoşin hedef tên girtin. Lê divê bê zanîn ku ev êriş li hemberî têkoşîna me jinan nabin asteng. Em li hemberî zextan paşve gav navêjin. Îqtîdara AKP-MHP li hemberî têkoşîna me nikare bibe asteng."   Daxuyanî bi çepik lêxistinê bi dawî bû.