'Her ku jin bibêjin 'em hene' wê hiqûq jî erka xwe bi cih bîne' 2020-10-31 09:21:38   Gulîstan Azak   STENBOL - Jinan diyar kir ku daraz di warê dozên jinan de ne xweser e, di biryarên ku dide de îqtîdar bandorê dike û wiha gotin, 'Her ku jin bibêjin 'em hene' wê hiqûq jî erka xwe bi cih bîne'   Li Tirkiyeyê ku tundiya li ser jinê bi dawî nabe qirkirina jinan jî berdewam dike. Jinên ku tu encamê ji darazê nagirin wekî çareserî medya civakî dibînin.  Jinên ku amdekariya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê dikin, li qadan û li edliyê ji bo ku bijîn têkoşînê didin.    Hevseroka HDP'ê ya Bakirkoya Stenbolê ku dozên jinan dişopîne Gonca Yangoz û aktîvîsta  mafên jinan Umarn Serhan derbarê qirkirina jinan û hewesta darazê de nirxandin kirin.    'Pergala desthilatdar a mêr kujeran diparêze'   Gonca diyar kri ku li dijî bê hiqûqiyê dema  jin bên gel hev û dengê xwe bilind bikin wê ji tundiya li ser xwe re jî çareseriyê bibînin. Goncayê got ku daraz ne xweser e, di biryarên ku dide de îqtîdar bi bandore û wiha berdewam kir, "Daraz vê serdemê qet nikare bandora xwe bike, ji ber ku aliyê wê diyar e û li aliyê mêr e .Doza Nurcan Aslan her ku diçe dirêj dibe û gelek dozên mîna wê hene. Ev jî aliyê dijber bi hêz dike. Pergala serdest ya mêr piştgiriyê dide mêrên tundiyê dikin."   'Sedema kuştina jinan poltîk e'   Umran Serhan jî diyar kir ku kuştina jinan polîtîk e, qanûnên ku jinan diparêzin ji zû ve hene, lê bi taybetî di demên dawîn de ji ber sedemên polîtîk nayên pêkanîn. Piştî ku jin derbarê mafên xwe de hişyar bûn tundiya mêr jî zêde bû.   'Ger hevkariya jinan zêde bibe wê bêcezatî jî bi dawî bibe'   Umranê got ku polîtîkayên bêcezahiştinê tenê bi hevkariya jinan dikarin bên tunekirin û ev bang lir,"Ger ku jin li hev xwedî derên wê hiqûq jî ji mecbûrî bê pêkanîn. Ez ne Nurcan û ne jî tu jinên ku hatine qetilkirin nas nakim lê hemû xuşkên min in. Divê ez wekî li doza xwe xwedî derkevim li doza wan xwedî derkevim."