'Em demsala zeytûnan bi dilxweşî pêşwazî dikin' 2020-10-31 09:03:03   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne dest bi çinîna zeytûnan kirin. Jinên ku demsala çinîna zeytûnan bi kedkarî pêşwazî dikin wiha gotin:"Zeytûn rihê me ye, Erdogan jî bi kiryarên xwe dixwaze rihê me bikuje. Lê em bi keda destên xwe li dijî hemû êrişan disekinin û têkoşîna xwe didomînin."   Li Efrînê bi hatina demsala zeytûnan her kesek derbasî nava erdên xwe dibin. Li gel Efrîniyan zeytûn tiştekî pîroz û bi nirx e. Piştî êrişên li ser Efrînê yên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hezaran darên zeytûnê hatin birîn û şewitandin. Lê Efrînî li ku derê bin wê derê bi zeytûnan dixemilînin û geş dikin. Efrîniyên ku li Şehbayê bi cih bûne bi hatina demsala zeytûnan ketin nava tevgerê. Girêdayî mijarê jinên Efrînê yên ku li Şehbayê zeytûnan kom dikin ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin.   'Em demsala zeytûnan bi dilxweşî pêşwazî dikin'   Jina bi navê Cîhan Bekir a ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye bal kişand ser komkirina zeytûnan û wiha got: "Em demsala zeytûnan bi dilxweşî pêşwazî dikin. Em li Efrînê ji berbanga sibehê heta êvarî di nava erdên zeytûnên xwe de bûn, rojane me xizmeta zeytûnên xwe dikir. Piştî em ji nava zeytûnan vedigeriyan me nan û xwarina xwe li ser agir çêdikirin. Ev dar ji dapîr û bapîran ji me re wek mîrate hatibû hiştin, lê piştî Efrîn hat dagirkirin dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê îro dibirin û dişewitînin. Em niha ji berhemên darê zeytûnan sûdê digirin. Zeytûn rihê me ye, jinên Efrînê wek zarokên xwe li darên zeytûnê dinêrin. Em ne li ser erdê xwe ne, lê dîsa xizmeta daran dikin û rihê wan geş dikin. Bi hêviya ku em car din vegerin ser axa xwe û carek din xizmeta darên xwe bikin."   'Efrîn bi zeytûnan hatibû xemilandin'   Zelox Mihemed a ji Efrînê ye û niha li gundê Til Şeîrê bi cih bûye di derbarê komkirina zeytûnan de ev tişt got: "Em li Efrînê xwedî erd û dar bûn, niha jî em bi hesreta zeytûnek ji zeytûnên Efrînê ne. Li Efrînê dar û berên me ji aliyê çeteyan ve tên birîn û keda me ya hezar salan li erdê dixin. Me rih dan darên wan û ew jî darên me dibirin. Xwesteka me ew e ku em vegerin Efrînê û li wir zeytûnên xwe biçinin û xizmeta wan bikin. Efrîn bi darên zeytûn û fêkîyan hatibû xemilandin."   'Xweza û darên me tên şewitandin'   Cîhan Qaziqlî jî bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê û wiha pê de çû: "Piştî Efrîn hat dagirkirin kiryarên dijmirovî li ser Efrînê hatin meşandin. Rojane dar û xwezaya Efrînê tên şewitandin. Dewleta tirk û çeteyên wê li pêşiya çavên cîhanê Efrînê talan dikin û her kes jî bêdeng dimîne. Ji bo xêr û bereketa Efrînê dewleta tirk a dagirker divê ji Efrînê derkeve. Şêniyên Efrînê rojane nava erdên xwe bûn û xizmet ji darên xwe dikirin, westandin tu carî nas nedikirin."