TJA: Têkoşîna me wê heta azadiyê bidome 2020-10-30 15:59:30   AMED - TJA'yê bi daxuyaniyeke ku da çapemeniyê binçavkirina Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan şermezar kir.    Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA), Ayşe Gokkan  serê sibehê di encama biserdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. TJA'yê bi daxuyaniyeke ku li avahiya navçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Peyasê da binçavkirin şermezar kir.  Daxuyanî ji aliyê  aktîvîsta TJA'ê Zelal Bîlgîn ve hat xwendin.   Zelalê anî ziman ku êrîşên li ser jinên kurd her roj bi awayekî cuda tên kirin û got: " Di şexsê berdevka TJA'ê Ayşe Gokkan de, dixwazin têkoşîna jinên kurd krîmênalîze bikin. Bi wan êrîşan tê xwestin ku têkoşîna jinên kurd parçe bikin. Lê em wek jin hertim dibêjin li dijî  zextên li ser jinê em bêdeng namîn û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê tevî hemû astengiyan dîsa jî li qadan bibin.”     ’Hûn nikarin Ayşe Gokkan sûcdar bixin’   Zelal got Ayşe bi nasnameya jinê têkoşîn daye û ev tişt anî ziman: “Em polîtîkayên zext û binçavkirinên li ser Ayşe Gokkan qebûl nakin. Ji 14'ê Tirmehê şûnde cara dudiyan e ku Ayşe tê binçavkirin. Lê divê baş bê zanîn ku hûn nikarin Ayşe sûcdar bixin. Em ê li qadan bin we dîsa aciz bikin. Heta ku em jiyaneke azad û hevpar ava bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin."