TJA'yê ji bo Ayşe Gokkan daxuyanî da 2020-10-30 15:13:27   AMED/ŞIRNEX -TJA'yê bi daxuyaniyeke hevpar li Amed û Şirnexê bertek nîşanî binçavkirina Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan da û anî ziman ku divê demildest Ayşe bê berdan.    Tevgera Jinên Azad (TJA),  têkildarî binçavkirina Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan li Amed û Şirnexê daxuyaniya hevpar weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi zextan ew ê têkoşîna jinê neyê rawestandin.    Tevgera Jinên Azad (TJA),  têkildarî binçavkirina Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Silopiyê daxuyaniyê da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîstên TJA û Dayikên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Aktivîsta TJA’yê Leyla Aykal daxuyanî xwend.  Leyla anî ziman ku ji 14’ê Tirmehê vir de Ayşe du caran hatiye binçavkirin û gelek dosyeyên wê hene.   Daxuyaniya hevpar wiha ye:   "Zexta li ser Ayşe Gokkan careke din nîşan daye ku polîtikayên dijminatiya jinê dike yên zihniyeta baviksalarî dewam dike. Zihniyeta zayendperst, faşîst, mîlîtarîst dixwaze têkoşîna me krîmînalîze bike û têkoşîna me têk bibe. Qayimên hatine tayinkirin, êrîşên li ser pergala hevserokatiyê, Peymana Stenbolê û xespkirina mafê nafakayê êrîşên li dijî îradeya jinê ne.    Hû nikarin têkoşîna me ya jinê asteng bikin   Em careke din bang li îktidara AKP-MHP'ê ya dixwaze jin tenê di malê de bimîne û em dibêjin; Em serî li dijî polîtikayên dijminatiya jinê dikin natewînin. Em ji kesên me tune dihesibînin dibêjin têkoşîna me tu carî têk naçe. Kesên dibêjin qey ew ê têkoşîna me ya jinê têk bibin xwe dixapînin. Bi binçavkirin û girtinan jin nayên sekinandin. Hû nikarin têkoşîna me ya jinê asteng bikin.   Em ê tu carî dev jê bernedin   Em ê tu carî gav ji têkoşîna xwe ya jinê paşde neavêjin. Me peyama we girt û em jî dibêjin ku kuçe yên me ne têkoşîn a me ye. Em wekî bermahiyên gotina 'Jiyan serîhildan e' dikin, em dibêjin em ê bi kampanyaya xwe ya 'Em Xwe Diparêzin' bersiva xwe bidin. Di şexsê Ayşe de têkoşîna jinên di bin çavan de têkoşîna me ye jî. Em ê tu carî dev jê bernedin.   Bila Ayşe Gokkan a ku bi awayekî nehiqûqî hat binçavkirin bila demildest bê berdan."