Ji bo Ayşe Gokkan biryara qedexeya hevdîtina parêzeran hat dayin 2020-10-30 12:15:10   AMED - Ji bo Berdevka TJA'yê ya Demê, Ayşe Gokkan a ku serê sibehê di encama biserdegirtina mala wê de hat binçavkirin biryara qedexeya hevdîtina parêzeran a 24 saetan hat dayin.    Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Demê Ayşe Gokkan vê serê sibehê di encama biserdegirtina mala wê de hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Ayşe di çarçoveya lêpirsîneke di 2014'an de li Mêrdînê hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin û ew ê piştî nîvro wê bibin Mêrdînê.    Her wiha hat diyarkirin ku ji bo Ayşe Gokkan biryara qedexeya hevdîtina parêzeran hat dayin.